Welatiyekî ji ber êrişan birîndar bûbû, şehîd bû

Welatiyekî ji ber êrişên koma Dîfa El Wetenî ya girêdayî hikumeta Şamê li dijî bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê birîndar bûbû, şehîd bû.

Welatiyekî ji ber êrişan birîndar bûbû, şehîd bû
14 tebax 2024   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê ji şeva sêşem-çarşema borî ve bajarokên gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê bi guleyên hawan û obîsan topbaran kirin. Herê zêde bajarokên Ebû Hemam, Keşkiye, derdora bajarê Besîra hatin topbaran. Di encama topbaranan de gelek welatî di nav de jin û zarok şehîd û birîndar bûn.

Di encama topbarana li dijî bajarokên Ebû Hemam û Keşkiye de 14 welatî birîndar bûn, ji wan rewşa 2 welatiyan giran e. Îro birîndarê bi navê Emar El Salih El Elî ku di nexweşxaneyeke Hesekê de dihat tedawîkirin şehîd bû. Bi wê re hejmara şehîdan bûn 15 û birîndar bûn 24.

(fr)