‘Hêzeke Lubnanê ya sekna li hember krîz û şeran nîn e’

Hikumeta Lubnanê hewl dide dema şerekî giştî di navbera Hizbullah û Îsraîlê de pêk were, planeke awarte çêke. Lêkolînerekî jî got “dewleta Lubnanê hilweşiyayî ye û tu hêza wê ya sekna li hember krîz û şeran nîn e”.

‘Hêzeke Lubnanê ya sekna li hember krîz û şeran nîn e’
14 tebax 2024   07:35
BEYRÛT
RANIYA EBÊD

Bi zêdebûna metirsiya pêketina şerekî giştî li Lubnanê ya ji ber êrişên Hizbullah û Îsraîlê, hikumeta Lubnanê hewl dide planeke awarte ku di nav xwe de tevahî beşan dihewîne, çêke. Nexasim jî beşên ewlehiya xwarinê, kehrebe, bijîşkî, peydakirina sotemenî û stargehên ewle.

Di rûniştineke dawîn a Meclisa Wezîran a Lubnanê de pêşdeçûnên dawîn hatin nîqaşkirin û tedbîrên pêwîst ji hêla komîteya awarte ya nîştimanî ve hatin girtin.

Di rûniştinê de îşaret bi peydakirina xwarin, pêdivî û hewcedariyên tenduristiyê li nexweşxaneyan hat kişandin, her wiha danîna planeke awarte ji bo sekna li hember her koçberiyeke mezin a muhtemel hat kirin û hin biryarên darayî ji bo piştgiriya Wezareta Tenduristiyê û parastina sivîl hatin dayîn.

Lê li gorî pisporan, li ser erdê li cem Lubnanê tu hêzeke li hember şer bisekine nîn e. Di vê çarçoveyê de lêkolînerê di Şîrketa Navneteweyî ya Agahiyan a Lubnanê Mihemed Şemsedîn ji ajansa me re axivî.

Mihemed Şemsedîn wiha got: "Dewlet hilweşyayî ye, nexasim saziyên naxweyî û sivîl û barên vî şerî dê vê carê ji şerê Tîrmeha 2006ˊan mezintirîn bin."

Şîrketa Navneteweyî ya Agahiyan, şîrketeke lêkolîn û daneyên zanistî ya serbixwe ye û di 1995ˊan de li Beyrûtê hatiye damezirandin.

Şemsedîn diyar kir ku di mijara bicihbûnê de kirê ji rêya 200 heta bi 300 ji sedî bilindtir bûye û koçberên ji başûrê nikarin vê yekê tehemûl bikin.

Şemsedîn têkildarî sotemeniyê jî wiha axivî: "Sotemenî tenê têra mehekê dike. Bi wê re ger şerekî giştî çêbibe, dê krîza tabûrên benzînê ji nû ve vegerin. Di encamê de dê Lubnanê bikeve krîzeke qutbûna sotemeniyê û bandorê li kehrebeyê jî bike. Nexasim jî ger avahiyên kehrebeyê hatin derbekirin. Dê di encamê de jenetorên kehrebeyê bisekinin û welatiyên Lubnanê ji bilî kesên enerjiya tavê bi kar tînin di tariyê de bimînin."

Mihemed Şemsedîn der barê derman, nan û xwarinê de jî got li gorî sandîkayên têkildarî ew made têra 4 mehan nakin. Lê ger şer çêbe û careke din kel û pel werin depokirin, wê demê dê welatî rû bi rûyî krîzeke xwarinê û krîza tenduristiyê bibin. Di encamê de tevahî ewlebûnên hikumeta Lubnanê yên hebûna planeke awarte ji bo şer dibe ku ne rast bin. Ew yek dikevin çarçoveya propogadaya siyasî-çapemeniyê de ku Lubnanê ji senaryoya herî nebaş re hazir e. Lê li ser erdê tu hêza wê ya sekna li hember krîz û şeran nîne û dê welatî rû bi rûyî aqûbeteke nediyar bin.

(fr)

ANHA