Konferansa 1ˊyemîn a Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû

Komîteya Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bi diruşma ˊBi xwendin, fêmkirin û pêkanîna parêznameyan em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikinˊ Konferansa 1ˊemîn a Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Kobanê li dar xist.

Konferansa 1ˊyemîn a Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Konferansa 1ˊyemîn a Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Konferansa 1ˊyemîn a Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Konferansa 1ˊyemîn a Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Konferansa 1ˊyemîn a Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Konferansa 1ˊyemîn a Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Konferansa 1ˊyemîn a Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Konferansa 1ˊyemîn a Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
14 tebax 2024   17:41
KOBANÊ

Konferans li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê bi beşdariya endamên rêveber ên saziyên Rêveberiya Xweser û xelkê kantona Firatê ji pêkhateyên Ereb û Kurd hat lidarxistin.

Konferans bi kurtefîlmekê li ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan; jiyana wî li gund, xwendina wî ya qonaxa amadehî û zanîngehê heta damezrandina PKKˊê û perwerdekirina bi hezaran kador, komploya navneteweyî û rewşên tecrîdê yên tund hat pêşkêşkirin. Dûre parlamenterê di DEM Partî de Omer Ocalan bi dîmenkê li ser girîngiya konferansê axivî û got pêwîst e nakokiyên etnîkî, neteweyî û mezhebî li Rojhilata Navîn bên çareserkirin û li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan demokrasî û jiyaneke hevbeş misoger be. Ji ber ku aloziyên heyî temsîla gelan nakin, berovajî zirarê didin civakan, temenê desthilat û rejîmên destpot dirêj dikin.

Di mijara yekemîn a bi sernavê ˊPergala Îmraliyêˊ de beşdaran 3 pirsên sereke nîqaş kirin "Di vê demê de pêwîstî bi çi heye ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê bidawîkirin? Çi tê xwestin ku pergala Îmraliyê ji aliyê hiqûqî ve were şikandin? Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berpirsiyariyên li ser me çi ne? Beşdaran gelek nêrînên xwe der barê van sê pirsan de dan. Di nêrînan de hat gotin ku divê perspektîvên Rêber Abdullah Oalan bên pêkanîn, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi pêkanîna fikrên wî li ser erdê pêkan dibe. Her wiha hat gotin rêbaza xelasiya ji kaosa li Rojhilata Navîn bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan pêkan e.

Di mijara duyemîn a li ser ˊNeteweya demokratîkˊ de hevserokê berê yê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Mihemed Şahîn, rêvebera Kongra Star Peyman Elûş, hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Firatê Bozan Xelîl nîqaş bi rê ve birin. Beşdaran li ser vê mijarê gelek nîqaşên xwe kirin. Di nîqaşan giştî de teqezî li ser fikra neteweya demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye hat kirin ku ew fikir Şoreşa Kurdistanê ji tevahî serhildan û şoreşên Kurdî yên berê cudatir dike. Projeya neteweya demokratîk projeya yekane ye ku dikare alozî û şerên li cîhanê bi dawî bike.

Di mijara sêyemîn a li ser ˊHevjiyana azad-jineolojiyaˊ de mamosteya beşa Jineolojiyê ya Zanîngeha Kobanê Dicle Heyder û mamosteyê Zanîngeha Kobanê Egîd Nasro, endama Navenda Jineolojiyê Sedîqe Xilo ji bo birêvekirina nîqaşan hatin hilbijartin. Di nêrînan de hat gotin hevjiyana azad bingeha afirandina civakeke ewle dûrî aloziyên bandorê li rewşa civakî ya giştî dike. Her wiha jin dikare roleke mezin di rêxistinkirina civakan de bilîze û berê civakan ber bi rêya rast ve bide.

Di mijara dawîn a li ser ˊEkolojiyêˊ de ji aliyê hevserokên Desteya Jîngehê ya kantona Firatê Arif Balî û Almaz Romî, her wiha hevserokê Gerînendetiya Avê ya kantona Firatê Masûd Bozî ve hat birêvebirin. Di nîqaşan de pêwîst e civak bibe civakeke ekolojî ku gerdûnê, welat, bajar û gundê xwe biparêze û civakê teşwîqî firehkirina rûberên keskahiyê bike.

(fr)

 ANHA