Şêniyên Kobanê: 15`ê Tebaxê ji bo gelê Kurd destpêka jiyaneke nû bû

Şêniyên bajarê Kobanê destnîşan kirin ku divê têkoşîna 40 salî ya bi pêşengiya şehîd Egîd dest pê kiriye, were mezinkirin. Her wiha gotin, teqandina guleya yekemîn, ji bo belê Kurd destpêka jiyaneke nû bû.

Şêniyên Kobanê: 15`ê Tebaxê ji bo gelê Kurd destpêka jiyaneke nû bû
14 tebax 2024   03:45
KOBANÊ

15`ê Tebaxê salvegera 40 a ragihandina têkoşîna çekdarî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ya bi pêşengiya şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) li dijî dewleta Tirk a dagirker e. Ev pêngav di dîroka gelê Kurd de girîng e ku dest bi têkoşîna çekdarî kir, rêbazên şer li qada Kurdistanê ji aliyê Tevgera Rizgariya Kurdistanê ve hatin pêşxistin. 

Der barê vê mijarê de, şêniyê bi navê Silêman Silêman ê ji Kobanê got: "Guleya yekemîn, jiyaneke nû ji gelê Kurd re, afirand. Nameze ku serhildanên wî yên berê bi bin ketin û di encamê de nasname, çand û zimanê Kurdî rûbirûyî qirkirinê û gelê Kurd rûbirûyî komkujiyan ma. Digotin bi ragihandina têkoşîna çekdarî ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve, wê gelê Kurd bi komkujiyan re rû bi rû be û dê ev têkoşîna mîna ya berê bi bin keve. Lê piştî 40 salî, berovajî wê çêbû. Ji bo kurdan, guleya yekemîn, destpêka pêvajoyeke nû li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan in. Bi saya fedakariyên gelê me di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de, hişt şoreşa gelê Kurd li cîhanê ya herî îlham be."

Şêniya bi navê Cîhan Bozan jî diyar kir ku têkoşîna bi guleyekê dest pê kiriye, li tevahî eniyên li dijî dijmin berdewam e û wiha domand: "15`ê Tebaxê ji bo me, rojeke girîng û taybet e. Em her sal wê bi coş pîroz dikin. Roja xilasiyê ji zulmê û zordestiyê ye."

Şêniya bi navê Zehiye El Eyûb destnîşan kir ku pêngava 15`ê Tebaxê, ji bo gelê Kurd gaveke dîrokî ye û got: "Ew fîşek, bi salan bû milyon fişek. Şervanên me li çiyayên Kurdistanê destanên dîrokî dinivîsin. Divê em piştgiriya wê bikin û têkoşîna 40 salî mezintir bikin."

(şx)

ANHA