HRE: 20 çete hatin kuştin û 17 jî birîndar bûne

HRE`yê ragihand ku di encama 2 çalakiyên li Ezaz û Marê de 20 çete hatine kuştin û 17 çete jî birîndar bûne.

HRE: 20 çete hatin kuştin û 17 jî birîndar bûne
14 tebax 2024   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku li hember êriş û siyasetên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê, 2 çalakî li dora bajarê Ezaz û Marê li dar xistine. Di encamê de 20 çete hatine kuştin û 17 çete birîndar bûne. 

HRE`ê têkildarî her du çalakiyan ev agahî parve kirin:

" Hêzên me di çarçoveya bersivandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de 2 çalakî li dar xistin.

 1- Di roja 9’ê Tebaxê de li xeta Ezazê Hêzên me çalakiyekî serdegirtinê li ser çeperên dagirkeran li dardixin, çeperên dagirkeran ên liwir bi temamî hatin îmhakirin û di encama vê çalakiya de 3  çete hatin  kuştin û 5 çete jî birîndar dibe.

2- Di roja 11’ê Tebaxê de li Xeta Mare hêzên me ji 3 baskan ve dikevin nava çeper û mevziyên dijmin, livir bi awayekî bandor li gorê hatî plankirin li dagirkeran heyî tê xistin û hêzên me diçin dikevin nava çeperên dijmin û  îmha dikin, di vê çalakiyê de 2 Seyareyên doçka 14’ê nîv barkirî  di destpêkê da dikevin destê hêzên me. Pêştê êrîşê çete bi çeka doçka bi giranî takviyeya diin hezên me li wir jî her du seyareyên doçka yên 14’ê nîv tevê seyare yan îmhadikin,

 di heman demê de piştê vê yekê jî  hêzên me  diçin ser cenazeyên dijmin ji ser wan çek û alavên leşkerî radikin,  Carekî din jî dema dagirker dixwezin werin takviyeyê li seyareyên wan tê xistin li vê derê jî maşîneya takviye û dagirkerên têda hemû tê kuştin.

Hevalên me bi saxlemî vedigerin cihê xwe.  Di encama vê çalakiya de 17 çeteyên dagirker tên  kuştin, 12 jî birîndar dibe. Di heman demê de 2 seyareyên Doçka barkirî, 1 Seyareya Takviyeyê, 2 Motor, mevzî û çeperên tên îmhakirin, 1 Çeka B-7 ( Bisving guleyê xwe û çenteyê xwe),  2 rext, 7 Jarjorê AK-47 û mîqdarekî fîşekên xwe, Telefonekî û her wiha nasname yen wabn tê desteserkirin.