Peyama eşîran: Em ê pêşî li hewldanên derxistina fitneyê bigirin

Eşîr û qebîleyên kantona Cizîrê êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser Dêrazorê şermezar kirin û got dê li ber hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê bisekinin.

Peyama eşîran: Em ê pêşî li hewldanên derxistina fitneyê bigirin
Peyama eşîran: Em ê pêşî li hewldanên derxistina fitneyê bigirin
13 tebax 2024   14:45
QAMIŞLO

Rûspiyên eşîr û qebîleyên Kurd û Ereb ên kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser kantona Dêrazorê şermezar kirin.

Daxuyaniya li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan ê kantona Cizîrê hat dayîn û ji aliyê nûnerê qebîleya Şerabîn a Sûriyeyê Mihemed Arif ve xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikumeta Şamê tiştên li herêmên din ên Sûriyeyê diqewimin, binpêkirinên berçav û dubare yên li hemberî serweriya xaka wê jî paşguh dike û dest bi derxistina tevliheviya li herêmên aram kiriye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikumeta Şamê bi lihevkirina bi dewleta Tirk û hêzên din re, bi rêya destekdayîna komên çete yên girêdayî xwe dixwaze kaosê derxe û aramiyê têk bibe.

Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku beriya salekê jî bi armanca têkbirina îradeya gelê Dêrazorê û sembolên wê yên civakî û eşîran êriş pêk hatibûn, lê ev êriş hatibûn têkbirin.

Hate gotin şêx û rûspiyên kantona Cizîrê li hemberî hewldanên hikumeta Şamê û çekdarên wê yên bi armanca derxistina fitneyan, hevgirtî ne û wiha hat domandin: "Em eşîr, bi jin, mêr û ciwanên xwe bi QSD û hêzên Asayîşê re ne. Em ê bi hemû îmkanên xwe ewlehiya welatê xwe biparêzin. Ezmûn û mercên dijwar ku em tê re derbas bûne, îsbat dikin ku yekitî û hevgirtina me çeka herî bihêz a li dijî hewldanên têkbirina ewlehiyê û jihevbirina yekitiya pêkhateyên wê ye. Em bi vê yekê bawer in ku welat ji her tiştî buhatir e. Parastina wê erkeke pîroz e dikeve ser milê tevahî ferdên qebîle û eşîrên me."

Di daxuyaniyê de hewldanên derxistina nakokiyan, têkbirina ewlehiya herêmê û komkujiyên li Dêrazorê hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku ev êrişên dighêje asta sûcên şer li dijî nirx û rêgezên exlaqên mirovatiyê û qanûnên navneteweyî ne.

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Em bang li tevahî gelên welatê xwe yên ezîz dikin ku piştgiriyê bidin QSD û hêzên Asayîşê. Berjewendiyên welat di ser her tiştî re ne."

‘EM BI QSD’Ê RE NE’

Qebîleya Tey ya Ereb jî bi heman armancê daxuyaniyek da. Serokê Meclisa Qebîleya Tey Hesen Ferhan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de piştgirî bi QSD û Asayîşê re hat nîşandan. Hate gotin, QSD û Asayîş nûnerên rewa yên tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser kantona Dêrazorê hatin şermezarkirin û hate gotin, qebîleya Tey û tevahî eşîrên herêmê bi pêkhate û baweriyên xwe yên cuda bi QSD’ê re ne.

(bb)

ANHA