TEV-DEM`ê: Bila gelê me bi coş tev li çalakiyên 15`ê Tebaxê bibe

TEV-DEM`ê diyar kir ku HPG û YJA-Star di 40 salan de bi berxwedana xwe ya dîrokî û helwesta xwe ya parastina çandan û gelan ji gefan, destanên lehengiyê nivisîne. TEV-DEM`ê bang li gelê Kurd û Kurdistanê kir ku tev li çalakiyên 15`ê Tebaxê bibin.

TEV-DEM`ê: Bila gelê me bi coş tev li çalakiyên 15`ê Tebaxê bibe
14 tebax 2024   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 40’emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de tevgerê, pêngav li Rêber Abdullah Ocalan, şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star), malbatên şehîdan, gelê Kurd, Kurdistanê û gelên herêmê tevda pîroz kir.

Tevgerê di daxuyaniyê de şehîdên azadiyê, şehîdên meha Tebaxê û şehîd Egîd bibîr anîn. Her wiha destnîşan kir ku pêngav, rûdaneke dîrokî bû û destpêka pêvajoyeke nû bû û armanca wê, xurtkirina hebûn û nasnameya kurdî bû.

Tevgerê diyar kir ku dewleta Tirk û xayînan di 40 salî de her tim hewl dan tevgera rizgariya Kurdistanê tesfiye bikin, lê bi ser neketin û heta îro jî tevî siyasetên wan ên leşkerî û faşîst û bikaranîna çekên qedexekirî, balafirên bêmirov û yên şer jî, di vê hewldanê de bi bin ketine.

Tevgerê îşaret bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku li dijî wî tundî bi rêbazên herî hovane tê kirin.

Tevgerê bal kişand ser giyanê fedaî yê gerîlayên HPG û YJA-Star`ê û asta girêdana gelên herêmê bi wan hêzan û anî ziman ku van hêzan li Şengal, Mexmûr û herêmên din ên Iraq û Sûriyeyê li hember êrişên DAIŞ`ê li ber xwe dan, ji ber wê gelê herêmê xwedî li wan derketin û ev baweriya gelên herêm bi wan hêzan diyar dike.

Tevgerê anî ziman ku HPG`ê bi sed hezaran gelê herêmê ji êrişên DAIŞ`ê û dewleta Tirk parast û di têkoşîna 40 salî de, berxwedaneke destanî nîşan da, piştgiriya parastina çanda gelan ji gef û êrişan kir, niha li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK`ê li dijî Başûrê Kurdistanê têkoşîne mezin dimeşîne.

Di dawiya daxuyaniyê de tevgerê bang li gelê Kurd û Kurdistanê, gelên herêmê kir ku bi giyanê rêberê efsanewî şehîd Egîd bi coş tev li şahiyên Pêngava 15`ê Tebaxê bibin, ji bo têbkirina siyaseta tecrîdkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin, piştgiriya berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û gerîla ya li Zap, Metîna, Amêdiyê û her derê, piştgiriya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bikin.

(şx)