Jinên Dêrazorê: Em ê herêma xwe biparêzin
Jinên kantona Dêrazorê diyar kir ku dê herêmê ji êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî û tevahî êrişan biparêzin.
Jinên kantona Dêrazorê nerazîbûn nîşanî êriş û komkujiyên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî da û got berdêl çi dibe bila bibe ew amade ne herêmê ji êrişan biparêzin.
Welatiya bi navê Meram El Ehmed diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî bi êrişên xwe yên li ser kantona Dêrazorê pîvanên mirovî û exlaqê binpê dikin.
Meramê ji malbatên şehîdên êrişî re sersaxî û ji birîndaran re şîfa xwest û wiha domand: “Ev êriş îradeya şêniyên Dêrazorê naşikîne. Şêniyên Dêrazorê bi jin, mêr, mezin û biçûkên xwe dê bi hevgirtinê li hemberî tevahî plan û siyasetên dijber bibin mertal. Em dê nehêlin tu kes ewlehiya herêmê xirab bikin."
Welatiya bi navê Suha El Mahîr jî anî ziman ku hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî da ku şêniyên Dêrazorê siyasetên wê qebûl bikin, di radeya yekemîn de jin û zarokan dikin armanc. Suhayê got: "Em serî ji planên wan re natewînin. Îradeya me ji hemû plan û komployan bi hêztir e."
Alya El Casim destnîşan kir ku dê mil bi mil herêma xwe biparêzin û dawî li êrişan bînin.
Alya El Casim got: "Em xwediyê heqî û vê xakê ne. Berdêl çi dibe bila bibe em ê herêma xwe biparêzin. Armanca me ya sereke jî berxwedana li hemberî êrişan e."
(bb)
ANHA