Hêzên hikumeta Şamê stasyoneke avdanê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî, Kooperatîfa El Rawiye ya bajarokê Ebû Hemam topbaran kir. Stasyona avê ya kooperatîfê rawestiya ku nêzî 2 hezar cotkaran ji bo avdaniyê sûd jê werdigirt.

Hêzên hikumeta Şamê stasyoneke avdanê topbaran kir
Hêzên hikumeta Şamê stasyoneke avdanê topbaran kir
Hêzên hikumeta Şamê stasyoneke avdanê topbaran kir
14 tebax 2024   12:42
DÊRAZOR

Hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî 12`ê Tebaxê Kooperatîfa El Rawiye topbaran kiribû. Stasyona avê ya kooperatîfê av dida 12 hezar donim zevî ji bajarokê Ebû Hemam heta 17 kîlometre ber bi bajarokê Kişkiye yê bajarê Firatê yê rojhilatê Dêrazorê ve. 

Di encama topbaranê de, jeneratora stasyonê xirab bû û stasyon rawestiya û êdî 2 hezar cotkar nikarin zeviyên xwe av bidin. Dê di encamê de jî bandor li jêdera qûta şêniyan û xwediyên sewalan bike.

(şx)

ANHA