Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 15ˊê Tebaxê

Pêngava 15`ê Tebaxê li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi lidarxistina çalakiyên cihêreng hat pîrozkirin.

14 tebax 2024   17:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya lidarxistina çalakiyên bi boneya salvegera 40'emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê de, semîner û civîn li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin lidarxistin.

EYN ÎSA

Meclisa Bajarê Girê Spî li bajarê Eyn Îsayê bi koordîneya endamên Hêzên Parastina Civakî semînerek li hola civînan a meclisê da.

Hevserokê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Girê Spî, Sabrî Nebo axivî û şert û mercên destpêkirina pêngavê, şîrove kirin.

Nebo diyar kir ku şoreşa niha li dar e, berdewama têkoşîna li dijî faşîzm û desthildariyê ye û got: "Ji bo wê jî pêwist e em bizanin ku çarenûsa gelê me yek e û yê ku tê hedefgirtin ne tenê gelê Kurd, her wiha tevahî gelên herêmê ye."

Di dawiya semînerê de beşdaran soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

ÇILAXA

Di heman çarçoveyê de Nivîsgeha Perwerde û Amadekirinê ya Meclisa Çilaxa ya kantona Cizîrê li avahiya meclisa bajêr a başûrê Çilaxa semînerek da.

Di serî de endama Komîteya Perwerdeyê ya Çilaxa Nezhet Seyfedîn di şexsê şehîd Egîd de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Nezhet Seydefîn diyar kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê destpêka vejîna azadiyê bû û got: "Destkeftiyên ku me îro li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine ji berhemên Berxwedana 14'ê Tîrmehê û Pêngava 15'ê Tebaxê ne. Ji bo parastina van destkeftiyan jî pêwist e em berxwedanê bi pêş bixin û şopa Rêber Abdullah Ocalan bidomînin."

TEBQA

Li kantona Tebqayê Meclisa Rêveber 2 civînên cuda li bajarê Cirniye û bajarê Mensûra li dar xistin.

Li bajarê Mensûra civîn li qada dibistana Mihemed Nûr a rojhilatê bajêr li dar ket. Di serî de Şêwirmenda Meclisa Rêveber a kantonê Sozdar Mihemed bixêrhatina beşdaran kir û banga bilindkirina asta têkoşînê di sala 41'emîn a Pêngavê de ji bo pêkanîna serkeftinê û bidestxistina demokrasî û azadiyê, kir.

Li bajarê Cirniye jî civîn li Navenda Çandê li dar ket. Tê de sînevîzyonek li ser Pêngava 15'ê Tebaxê û girîngiya wê ji bo gelê Kurdistanê hat pêşandan.

(mh)

ANHA