Meclisa Rêveber piştgiriya kantona Dêrazorê kir

Meclisa Rêveber rewşa ewlehî, xizmetguzarî, tenduristî û perwerdeyê ya kantona Dêrazorê nîqaş kir û teqezî bi piştgiriya kantona Dêrazorê li hember êrişan kir.

Meclisa Rêveber piştgiriya kantona Dêrazorê kir
14 tebax 2024   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hevserokên deste, daîre, nivîsgehên Rêveberiya Xweser û hevserokatiyên meclisên rêveber ên 7 kantonan re civiya. 

Di civînê de kar û xebatên meha borî, rewşa rêxisitnî ya deste, daîre, nivîsgehên Rêveberiya Xweser û meclisên rêveber ên kantonan û astengiyên li pêşiya wan derketine, hatin gotûbêjkirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd raporek têkildarî xebatên meclisê yên Tîrmehê pêşkêş kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên Osman axivî û teqezî bi pêwîstiya pêşxistina siyaseta gumrikî, aborî û malî ji bo piştgiriya hilberandina xwecih a kargehên mezin, navîn û pêşxistina hilberandina xweser a herêmê.

Hevseroka Rêveberiya Giştî ya Petrol û Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ebîr Xalid jî destnîşan kir ku xebatên belavkirina sotemeniya germkirinê bi rêk û pêk derbas dibin û heta niha mazot li 436 hezar malbatan hatiye belavkirin û da zanîn ku piştgiriya jeneratoran berdewam e.

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser Semîra Hac Elî jî destnîşan kir ku hazirtiyên wan ji bo sala nû ya xwendinê, temam in, dibistan hatin amadekirin, pirtûk û sotemeniya germkirinê hatine peydakirin.

Di civînê de, hate diyarkirin ku divê qada tenduristiyê were pêşxistin, çavdêriya li ser xebatên saziyên tenduristiyê zêde bibe, pêdiviyên tenduristiyê bên peydakirin, projeyên xizmetguzariyê li dar bixin ji bo ku jiyaneke baştir ji welatiyan re peyda bibe, ji bo kontrolkirina ewlehiyê tedbîrên pêwîst bên girtin.

Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El Asî jî got hêzên leşkerî amade ne êrişan rawestînin û diyar kir ku parastina herêmê, mafê her kesî ye.

Di dawiya civînê de ev pêşniyar hatin kirin:

Divê piştgiriya Dêrazorê li hember êrişan bê kirin.

Divê rewşa xizmetguzarî û projeyên 2024`an werin şopandin û zehmetiyên li pêşiya temamkirina projeyan bên derbaskirin.

Pêşkêşkirina projeyan ji bo sala 2025`an.

Teqezî bi ewlehiya herêmê hate kirin û bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin ku diyardeya çekên neruxsetkirî ji holê rakin ji bo ku ewlehiya herêmê were parastin.

(şx)