Komxebata têkildarî tecrît û fikrên Rêber Ocalan: Fikir cîhanê belavî dibe

Komxebata têildarî tecrîd û hewildanên dewletan dijî fikrên Rêber Abdullah Ocalan tê lidarxistin de bal li ser pêwîstiya demê ji derketina Rêber Abdullah Ocalan û çalakiyên pêngava azadiyê hat kişandin.

Komxebata têkildarî tecrît û fikrên Rêber Ocalan: Fikir cîhanê belavî dibe
Komxebata têkildarî tecrît û fikrên Rêber Ocalan: Fikir cîhanê belavî dibe
Komxebata têkildarî tecrît û fikrên Rêber Ocalan: Fikir cîhanê belavî dibe
Komxebata têkildarî tecrît û fikrên Rêber Ocalan: Fikir cîhanê belavî dibe
Komxebata têkildarî tecrît û fikrên Rêber Ocalan: Fikir cîhanê belavî dibe
Komxebata têkildarî tecrît û fikrên Rêber Ocalan: Fikir cîhanê belavî dibe
14 tebax 2024   12:38
QAMIŞLO

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan komxebatek bi navê “Tecrîd û pêşîgirtina fikrên demokratîk û civakî yên Abdullah Ocalan” li bajarê Qamişlo di salona konferansê ya Zaningeha Rojava tê lidar xistin. 

Gelek rewşenbîr, mamosteyên zaningeh û dibistanan beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat dê li ser 4 panelan bi sernavên; Jiyana Rêber Abdullah Ocalan, xebatên Hamleya Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirgirêka Kurd Re Çareserî, êrişên hêzên hegemonîk li ser Rêbertiyê û Konfederalîzma Demokratîk bê lidarxistin.

Komxebat bi deqeyekê rêzgirtin hate destpêkirin.

Paşê têkildarî rûniştina yekemîn di mijara Jiyana Rêber Abdullah Ocalan, Berdevkê Înîsiyatifa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzendê Munzur axivî.

`DI PÊVAJOYAKE TARÎ DE RÊBER APO DERKET`

Munzur bal kişand li ser pêvajoya derketine Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Gelek kesayetiyên ku beriya serokatî derketin hene. Helbet derketinên wan jî li ser pêwîstiyan bû. Serokên ku cihekî xwe yê hêja di dilê gelan û dîrokê de dihelin ji bo pêşarojeke baş têkoşiyan. Rêber Abdullah Ocalan jî di rewşeke pêwîstiya gelê Kurd de derket. Demeke ku Kurdistan ber bi taritiyê ve diçû derket. Li çar perçeyên Kurdistanê bi polîtîkayên cûr be cûr Kurdan qir dikirin. Li hember van Rêber Apo wekî roniyekê vêket.”

Munzur bi balkişandina ser cihê Rêber Abdullah Ocalan jidayikbûyî û wiha got: “Bajarê Riha yê bajarê peyxembera ye, çanda wê dewlemend e. Şoreşa neolotîkê li vir hatiye jiyîn. Li gundê Amara gelek pêkhate tê de jiyîne. Ev kesayetiya Rêber Apo bandor kiriye.”

Munzur diyar kir ku pêvajoya derketina Rêber Abdullah Ocalan bi sê mîladan şîrova kir û wiha berdewam kir: “Mîlada yekemîn jidayîkbûna Rêber Apo ye, mîlade duyem avakirina rêxistineke hemdem ji bo gelê Kurdistan û paşê Rojhilatra Navîn û mîlada siyemîn jî modernîteya demokratîk e. Rêber Apo ji sala 1950 heya 1960 dijî nêzîkatiyên malbata teng derdikeve, 1960 heya 1980 dijî sîstema taklîdî ya takekesî derdikeve. Ji bo çareseriyê û sîstemeke alternatîf lêgerînên wî xurt dibin. Dema dest doza Kurd dike dibînê ku doza Kurd ne serbixwe ye. Mijara Kurd navnetewî ye û divê çareseriya Pirsgirêka Kurd ji cîhanî be. Di demeke ku pêwîstiya cîhanê bi sîstemeke alternatîf hebû Rêber Abdullah Ocalan vê sîstema nû pêşkêş kir.

Endama Înîsiyatifa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Sûriyeyê Nûha Omer rûniştina dûyem a derbarê xebatên Hamleya Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirgirêka Kurd Re Çareserî de axivî.

PÊNGAV LI 6 PARZEMÎN Û 31 WELATAN BELAVÎ BÛ

Nûha Omer anî ziman ku bi dîlgiritna Rêber Abdullah Ocalan re gelek pêngav hatine lidarxistin lê ya 9 Cotmeha 2023`an cûda ye ku li gelek welatan belavî bûye. Nûha Omer wiha pêda çû: “Gelek xebat hatin lidarxistin û bi hezaran kes tevlî vê bûn. Ji fîlozof, akademisyen, parlamenter, parêzer, berbijêrên xelatên Nobelê tevlî pêngavê bûn. Pêngav li 6 parzemîn û 31 welatên cîhanê belavî bû. Heta niha herî kêm 100 navendên cîhanê tevlîbûne.

Li cîhanê jî gelek çalaki hatin lidarxistin ku pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin, meş hatin lidarxistin. Bi hezaran îmze hatin komkirin, konser hatin dayîn. Bi sedan kesayetên navdar û yên xelata Nobelê girtin name ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şandin. Înîsiyatîfên Erebî jî beşdarî pêngavê bûn. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê destpêkê 107 zîndanan de, girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û 210 rojan domand.”

Lİ BAKUR Û ROJHİLATÊ SÛRİYEYÊ ÇALAKİYÊN PÊNGAVÊ

Nûha Omar balkişand ser beşdarbûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji pêngava azadiyê re û da zanîn ku heta niha çalakiyên pêngavê didome. Nûha Omer heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên hatine lidardxsitin vegot: “14 Cotmeha 2023`an de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gel, rewşenbîr, rêxistinên ciwan û jinan, kesayetên navdar beşdarî pêngavê bûn. Bi vê re çalakiyên vedana konan, meş, daxuyanî, semîner, komên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin lidarxistin û pêşengehên pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin vekirin.  Çarçoveya pêngavê de Konferansa Hukukî, Tendurîstî li bajarê Reqa ye hate lidarxistin.

Pêngava îmzeyan 9`ê Sibata 2024`an hat destpêkirin ku herî kêm 3 mîlyon îmze hatin komkirin. 4`ê Nîsana 2024`an ev îmze ji Encûmeniya Yekîtiya Ewrupa re hate şandin. 13 name ji rêxistinên hukukî û tendurîstî yên cîhanî re hatin rêkirin. 8 name ji welatên cîhanê re hatin rêkirin. Serdana partiyên siyasî yên li herêmê hate kirin. 22 welatên ereban re name hatin şandin. 1030 parezerên Bakur û Rojhilatê Sûriye û Sûriyeyê îmze hatin kom kirin.”

Nûha Omar diyar kir ku wekî di çalakiyan de jî diyar dibe ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li her cihê cîhanê belavî bûye û got: “Di zaningehan de paradigmaya Rêbertî wekî materyal tên destgirtin. Tevlîbûna van çalakiyan gelekî girînge. Divê gelê me jî bi xurtir tevlî pêngavê bibin.”

Rûniştinên siyem û çaran ji ragihandinê re girtî pêk hat.

ANHA