Kongra Star: Em destekê didin kampanyaya tevgera Pencereya Hêviyê ya jinên Efganistanê

Kongra Star daxuyaniyek da û diyar kir ku “Em bi tevlêbûna kampanyaya ku ji aliyê tevgera jinan a Pencereya Hêviyê ya li Efganistanê ve hatiye destpêkirin, yekitiya têkoşîna jinan didin diyarkirin.”

Kongra Star: Em destekê didin kampanyaya tevgera Pencereya Hêviyê ya jinên Efganistanê
14 tebax 2024   12:59
QAMIŞLO

Komîteya Têkilî û Tifaqên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star têkildarî 3’yemîn salvegera kontrolkirina Efganistanê ya ji aliyê Talîbanê ve, daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya navenda Kongra Starê ya bajarê Qamişlo hat dayîn.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama Kongra Starê Rihan Temo û bi zimanê îngilîzî ji aliyê cîgira Desteya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Berîvan Omer ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em bi tevlêbûna kampanyaya ku ji aliyê tevgera jinan a Pencereya Hêviyê ya li Efganistanê ve hatiye destpêkirin, yekitiya têkoşîna jinan didin diyarkirin. Bi wan re em dengê xwe bilind dikin û bang li hemû tevgerên femînîst, rêxistinên mafên mirovan û aktîvîstên mafên jinan ên cîhanê dikin ku di 15’ê Tebaxê û her roj li gel jinên Efganistanê bisekinin.

Li vir, li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beriya 12 salan me bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ku azadiya jinê navenda têkoşîna xwe de dihewîne, dest bi şoreşa jinê kir. Ev felsefe çeka herî xurt û pêwîst e di têkoşîna li dijî neheqiyê de û rêya avakirina civakeke ku rûmeta mirovatiyê diparêze û mafên jinan nas dike. Di têkoşîna li dijî rejîmên mêtinger de jin di refên herî pêş de bûn û tevgerên jinan bûn meşaleya ku rêya azadiyê ronî kir. Têkoşîna jinan a li Axanistanê têkoşîneke hebûnê ye, têkoşîna jiyan û mirinê ye ku ji bo parastina destkeftiyên jinan û bilindkirina ala azadiyê ya li hemberî zilmê ye. Di sedsala 21. de ji bo daxwaza azadî û edaletê û li dijî rejîmên baviksalarî yên paşverû dengê jinan li her derê bilind dibe. Lê ev rejîm çi li Efganistanê, Îranê, Yemenê, Tûnisê, Iraqê, Tirkiyê an çi li Surî wê nikaribin têkoşîna me bêdeng bikin, ji ber ku em wek Kongra Star de di wê baweriyê de ne ku dengê jinan têk naçe û îradeya wan nayê şikandin.

Her êrişek li ser mafê yek jinê, êrîşa li dijî hemû jinan e. Destkeftiyên jinan mîrateya hevpar a hemû jinan e. Ji ber vê yekê em banga xurtkirina yekitiya û hevgirtina jinên cîhanê dikin, ji ber ku têkoşîna me yek e û dijminê me jî yek e. Em nikarin xwe bispêrin heman dewlet û aktorên ku ev hemû zilm afirandine da ku van pirskirêkan ji holê rakin. Wekî ku Abdullah Ocalan got, “Xweparastina jinan pirsgirêkek pir girînge ku nikare ji rehma zilaman re were hiştin.” Rastiya ku pergalên baviksalarî dê her tim li dijî azadiyê bin, tê wê wateyê ku divê em xwe li hemberî wan biparêzin. Berxwedan li cihê ku tê birêxistinkirin, li cihê ku pergalek somud û domdar ên xweparastinê tên avakirin, bi ser dikeve. Girîng e ku jin xwe di qada xweparastinê û qadên din de bi awayekî xweser bi rêxistin bikin.

Werin em bi hev re, mil bi mil biseknin, heta ku em di têkoşîna hevpar a li dijî baviksalarî de bi ser bikevin. Werin em vê rojê bisivirin soza xurtkirina têkoşîna ber bi azadiya jinan ve.”

(bm)

ANHA