Meclisa Edaletê ya Dêrazorê êrişên hêzên hikumeta Şamê şermezar kirin

Meclisa Edaleta Civakî ya kantona Dêrazorê sûc û komkujiyên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî yên li dijî kantonê şermezar kirin û destnîşan kir ku herî zêde dilê şêniyên herêmê li ser yekitiya axa Sûriyeyê ye.

Meclisa Edaletê ya Dêrazorê êrişên hêzên hikumeta Şamê şermezar kirin
14 tebax 2024   15:14
DÊRAZOR

Meclisa Edaleta Civakî ya Dêrazorê bi daxuyaniyekê sûcên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî şermezar kirin. Hiqûqnas Mazin El Hefel daxuyanî li pêşiya navenda meclisê ya li bajarê Kesra bi beşdariya endam, endamên rêveber, dadgerên Meclisa Edaletê û hiqûqnas xwend. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Sûriye bûye qada tesfiyekirina hesabên navneteweyî û hate destnîşankirin ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk bi desteka Rûsya û Îranê dest bi normalîzekirinê kir ku gava herî pêşîn avêtine, êriş ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Di daxuyaniyê de êriş û komkujiyên li dijî sivîlan hatin şermezarkirin û hate diyarkirin herî zêde dilê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser yekitiya Sûriyeyê û parastina wê ye.

(şx)

ANHA