Minbic bi dagirkeriya dewleta Tirk re li ber têkçûyînekê ye

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Minbic û gundên wê dagir kirine. Bi vê dagirkeriyê re rewşa şêniyên Minbicê ber bi têkçûnê û bêaramiyê ve çûye. Aborî ji ber bêewlehiyê bi paş ketiye, di heman demê de xizmetguzarî nemaye, ev jî dibe sedema zêdebûna sûcan, bêkarî û koçberiyê.

Minbic bi dagirkeriya dewleta Tirk re li ber têkçûyînekê ye
Minbic bi dagirkeriya dewleta Tirk re li ber têkçûyînekê ye
Minbic bi dagirkeriya dewleta Tirk re li ber têkçûyînekê ye
Minbic bi dagirkeriya dewleta Tirk re li ber têkçûyînekê ye
Minbic bi dagirkeriya dewleta Tirk re li ber têkçûyînekê ye
29 cotmeh, 2025   06:40
TEBQA

Rewşa jiyanî ya li bajarê Minbic û gundên wê li ber têkçûyîneke ye. Sûcên kuştin, revandin û binpêkirinên çeteyên dagirkeriya Tirk pêk tîne, bandor li tevahî qadên jiyanê kiriye. Xizmetguzarî bi temamî sekiniye, çalakiyên aborî, pîşeyî û çandiniyê bi rêjeyeke bilind bi paş ketine. 

Toreyên eleketrîkê tên dizîn û çeteyên dewlet Tirk gelek trans û stasyonên elektrîkê talan kirine. Li piraniya gundan rewş wiha ye.

Welatiyê bi navê E.A ê ji Minbicê ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe aşkera bike, der barê rewşa Minbic û gundên wê de ev agahî dan: “Ji dema dewleta Tirk û çeteyên wê ketine bajarê Minbicê, li bajar û gundên wê eleketrîk hema bêje tuneye. Ji ber hemû kabil, tirens û stasyonên kehrebê yên enerjiya bilind hatine dizîn. Ev stasyon û kebil eleketrîka ji Bendava Tişrînê dighîne bajar, ew niha nîn in. Ev çend meh in me eleketrîk ne dîtiye. Tevî di demên dawî de Minbic bi Stasyona Fermahiyê ve girê dane, lê rewş hîn jî pir xirab e. Pirî caran dema xelk di xew de, berbanga sibê elektrîkê didin.”

PIRSGIRÊKA AVÊ MEZIN E

Welatiya bi navê H.H ya ji Minbicê derbarê rewşê de aşkere kir ku piştî dewleta Tirk a dagirker destê xwe danî ser stasyonên sereke yên avê didin bajarê Minbicê dayîna avê bi temamî hatiye rawestandin û ev tişt anî ziman: “ Jenetorên stasyonên avê dixebitînin bi yên xirabûyî dan guhertin. Di nîvê havînê de dema pêwistiya me bi avê heye, em avê bi sîtêran dikirin.  Her xezanek avê me bi 100 hezar lîreyên Sûriyê dadigirt. Tevî em nizanin ka ava ji me re tînin, ji bo vexwarinê dibe yan na, ji ber tu çavdêrê jê re nayê kirin. Piştî 3 mehan stasyona avê xebitandin, lê dema dixebite jî av naghêje hemû taxan. Piraniya bajar bê av tê hiştin.”

QADA TENDURISTIYÊ TÊK ÇÛYE

Jina bi navê S.A. ya di Nexweşxaneya Firat a Minbicê de dixebite, da zanîn ku piştî şer û êrişên li dijî Minbicê rawestiya wan berê xwe da nexweşxaneyê da erka xwe pêk bînin û wiha dom kir: “Em matmayî man, tevahî alavên nexweşxaneyê ji aliyê çeteyan ve hatibûn dizîn. Di heman demê de embulans, ereb, alavên tenduristiyê û jenetorên nexweşxaneyê bi temamî hatibû dizîn. Karkerên nexweşxaneyê jî hatibûn kuştin. Me cenazeyên wan di hundirê nexweşxaneyê de dît.”

Çeteyan alavên Nexweşxaneya El Rabte bi tevhî dizîbûn, ji wan alavên şuştina gurçikan, alavên din bi nirxê 400 hezar dolarên amerîkî ji nexweşxaneyan hate dizîn, her wiha embuland, erebe û jenertorên heyî û sostemeniya wê bi tevahî hatibû dizîn.

Nexweşxaneya El Metahin jî bi temamî hatibû dizî û talankirin. Li vir gele lava û 15 embulans hatin dizînin.  Li gorî çavkaniyan ew alav û embulans li bajaroka El Raî hatin firotin.

Genimê di embaran de hatibû debokirin bi tevahî hate dizîn. Li gorî zanyariyan derdora 6 hezar ton genim ji Minbicê birin bajaroka El Raî.

S.A.’yê ku hemşîre ye, got wan di rewşa zehmet de nexweşxane careke din sererast kirin û dan xebitandin û wiha behsa nêzîkatiya çeteyan ji xebatkarên tenduristiyê re kir: “Têkiliya çeteyan gelek xirabe. Tevî çekên xwe derbasî nexweşxaneyan dibin. Gotinên kirêt ji karmendên tenduristiyê re dibêjin û bi taybet hemşîre û karmendên jin rastî astengiyan tên. Tevî wê jî ji bo parastina nexweşan me karê xwe dewam dikir.”

Tê gotin piştî rêxistineke mirovî niyeta xwe ya piştgiriya nexweşxaneyê anî ziman, mudîrê nexweşxaneyê Ebdulbasti El Ibrehîm xebatkarên berê asteng kir da li şûna wan xizm û kesên nêzî xwe bi xebitîne. Ji ber tê gotin rêxistina behsa mijarê dê mûçeyekî zêde bide karmendan.

S.A.’yê der barê mijarê de got ku hevalên wê di nava 11 mehên derbasbûyî de tenê mûçeyên 2 mehan wergirtine û ev tişt anî ziman: “Lê mûdîrê behsa mijarê mehane 800 dolarên Amerîkî werdigre û dixwaze em bi awayekî dildarî bixebitin.”

Xebatkarên Nexweşxaneya Firat xizmeta tenduristî mehane ji 4 hezar nexweşî re pêşkêş dike, kesên rewşên wan giran be dişînin nexweşxaneyên bajarê Helebê.

Xebatkarên tenduristiyê li Minbicê 2 xwepêşandan li dar xistine. Yek di 22’yê Nîsanê de li dijî destdirêjiya li dijî karmendên tenduristiyê û ya duyemîn di 21’ê Cotmehê de li dijî derenmayîna mûçeyan pêk hat.

MAMOSTE BÊ MÛÇE NE

Di qada perwerdeyê de jî dibistanên li Minbicê rastî talan û wêrankariya komên çete hatiye. Hejmarek dibistan wêran bûne û nema bi kêrî xwendinê tên. Bi taybet ev di dibistanên gundan de pêk hatiye. Wekî nimûne dibistanên gundê El tayhe, Cib El Xefî û dibistanên gundên El Xefsa.

Li gorî welatiyan mudîriyeta perwerdeyê tu piştgirî ne daye qada perwedeyê ji ber wê jî welatî insyatên gelerî bi xwe pêk tînin, da dibistanên xwe amade bikin.

Pirsgirêka mezin a di vê qadê de di nedayîna mûçeyên derdora 4 hezar mamosteyan, ev jî bi hinceta navê wan di arşîva mudîriyetê ya li Helebê de tune ye.

Mamosteyê bi navê H. X yê ji Minbicê derbarê mijarê de got ku ev 8 sal in ew bê mûçe û bêyî naskirin dersan didin û ev tişt anî ziman: “Niha jî kesên li malên xwe rûniştî bûn tînin dibistanan. Heta hevalên me yên li Ezaz, Bab, Cerablus û Helebê mûçeyên xwe werdigrin. Lê em heta niha kesek me di nav xwe de qebûl nake.”

Heman mamosteyî di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku hejmara kêm a mamosteyên mûçeyên xwe werdigrin rastî astengiyên berpirsê perwedeyê yê Minbicê Elî Xelîl El Milhim ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye erkdarkirin, tê û ev tişt anî ziman: “Mamosteyan dibe cihên dûr. Kirya çûn û hatinê buhaye û zehmetiyên gihandina dibistanan heye. Li aliyê din heta niha pirtûk ne hatine belavkirin. Tevî ev 2 hefte pirtûk hatine bajar.”

KOÇBERÎ ZÊDE DIBE

Ji ber têkçûyîna rewşa ewlehî û zêdebûna bûyerên revandin, kuştin û têkçûyîna aboriya herêmê hejmara kesên koçber dibin zêde dibe. Piraniya kargehan hatin girtin û li bajarên din an jî li kantona Cizîrê hatine vekirin. Ji ber vê jî hejmarek zêde ya karkeran bê kar hatin hiştin.

Bazirganên mezin jî berhemên  depokirî kêm kirine, ew ji tirsa dizî û talanê wisa kirine. Tê gotin rêjeya bê kariyê ji sedî 80 derbas kiriye, ji ber wê jî hejmarek zêde ya şêniyên Minbic û gundên wê berê xwe didin bajarên din ên Sûriyê ya jî ber bi Lubnan, Tirkiyê, Iraq û cihên din ve li pey kar ve diçin.

ÇANDINÎ TÊK DIÇE

Di qada çandiniyê de paşketinek ber bi çav heye, bi taybet ji ber buhabûna sotemeniyê û pêwistiya wê di avdana berhemên wekî genim û zebzeyên havînê de.

Di sala 2014’an de rêjeya zeviyên avdayî yên li Minbicê derdora 10 hezar û 175 hiktar bû, lê niha cotkarên ji gundên El Ewseclî, Um Temax û Til Hedwan destnîşan kirin ku rêjeya niha ketiye kêmî nîvê hejmara berê. Cotkar ji nebûna piştgiriyê û bê derfetiyan gazinc dikin.

ŞAREDARÎ Û KARÊ DILXWAZÎ

Alavên şaredariya bajarê Minbicê bi tevahî hatine dizîn û talankirin. Erebeyek H1, 3 sîtêrên avê, erebeyên barhilgir, kepçeyek, bobcat, erebeyek agirkujiyê û erebeyên veguhastina karmendan, hatin dizîn.

Ji ber nebûna alavan şaredarî berê xwe dide dildariya welatiyan û bi erebeyên wan qirêj tê komkirin. Karmendên şaredariyê ji dema dagirkirina bajar ji aliyê dewleta Tirk ve bi dildarî dixebitin. Ji ber wê jî qirêj li her derê kom bûye, hejmarek mezin a karmendan jî istîfa kirine.

Tevî van zehmetî û astengiyan şaredar Ehmed Şêxo yê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatiye erkdarkirin, bac li ser welatiyan ferz kirine. Ev baçe di bin navê “baceya paqijiyê” de tê wergirtin. Behaneya wî jî ew ku mûçeyên karmendan ji wir peyda dikin. Ev 2 meh in ev bace hatine ferizkirin, lê heta niha jî karmendên mane bi dildarî dixebitin û mûçeyên xwe wernegirtine.

EWLEHÎ NEMAYE

Hemû alozî û bê aramiya li Minbic û gundên wê jiyana şêniyan bandor kiriye. Rojane sûcên kuştin, revandin û her wekî din pêk tên. Di aliyê çavdêrî û ewlehiyê de tu çavdêrî nayên kirin. Ji ber van sedeman û ji ber bê kariyê zemîna koçberî û têkçûnê zêde bû ye.

Welatiyê bi navê E.S. yê ji Minbicê semyanê malbata ji 6 kesan e, derbarê rewşê de dibêje ku jiyana wan pir zehmet bû ye û ev tişt anî ziman: “Bê aramî, nebûna çavdêriyê û rewşa jiyanî zehmet bûye. Herî dawî jî keçeke ji ber xwarina endomî ya demborî xwar jiyana xwe ji dest da. Ji ber bê aramiyê kargeh û dikanên mezin ji kar radiwestin. Gelek malbat neçar dibin ku tenê pêwistiyên gerek distînin.  Ji ber wê jî gelek malbat berê xwe didin Şamê yan Helebê û li wir bi cih dibin, da derfeta kar baştir peyda bikin.”

(dc)

ANHA