Parêzvanên Niştîmanî hewldana ketina rojavayê Siwêdayê têk bir

Yekîneyên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bersiva êrişeke çekdarî da û hewldana ketina eniyên rojavayê bajarê Siwêdayê têk bir.

Parêzvanên Niştîmanî hewldana ketina rojavayê Siwêdayê têk bir
28 cotmeh, 2025   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê diyar kir ku yekîneyên wê vê êvarê, li eniya rojavayê bajarê Siwêdayê, bersiv da êrişeke çekdarî ya komeke girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê.

Li gorî daxuyaniya fermandariyê, komekê êrişek dijwar pêk anî, hemwextî wê hewl da bikeve nuqteyeke leşkerî ya li herêmê. Lê hêzan bersiv da êrişkaran û hewla wan têk bir û tu zirarên canî nebûn.

Fermandariyê diyar kir ku rewşa meydanî aram e, di bin kontrolê de ye û yekîneyên wê li tevahî eniyan erkên xwe ji bo ewlehiya El Cebel û rûmeta gelê wê, bi moraleke bilind pêk tînin.

(fr)