Min dixwest nûçeyan bi te re binivîsim- BÊRÎTAN ÎRLAN

Min dixwest nûçeyan bi te re binivîsim- BÊRÎTAN ÎRLAN
8 tebax, 2025   07:30

Dixwazim hin kevirên Gola Wanê kom bikim, hinek ava wê bixim galonekê û bikevim ser rê û werim gundê Xecê Xatûnê. Kelecana dîtina te di dilê min de be. Wan keviran deynim ser axa gora te û avê lê bireşînim. Ev xwesteka te bû. Porê te yê wekî pêlên golê pêl bi pêl hîs bikim. Te hembêz bikim wekî ku tîrêjên Rojê Tendûrek hembêz kiribe. Hesreta te ya ji Wanê re û hesreta min a ji te re dê bigihaşta hev.  

Belê xwişka min Denîz Firat, wekî her carê em dîsa ji hev dûr in, di navbera me de sînor hene, ne ez dikarim xwe bigihînim kevirên Gola Wanê û ne jî vê xwesteka dilê te pêk bînim.

Herî dawî dema min xatirê xwe ji te xwest, serê Tîrmeha 2014’an bû û morala te nexweş bû. Wekî ku te hîs kiribe ku em ê careke din hev nebînin û tû yê biçî, lê min qet nedizanî ew cara dawîn e ez te dibînim. Ez ber bi Wanê ve ketim rê û tu di germa Mexmûrê de mayî.

Em ketibûn Tebaxa 2014’an, wê demê li Şengalê qirkirinek hebû, DAIŞ ketibû Mexmûrê û dengê te yê dawiyê qîra jinên Şengalê, berxwedana gerîla ya li Şengal û Mexmûrê bû. Li ser televîzyonan deng vedida.

Hêviyên te hebûn ku DAIŞ bi bin bikeve, hişmendiya desthilatdar biguhere û jin azad bibin. Ev hêviya te gav bi gav pêk tê. Şengal û Mexmûr azad bûn. Piştî te min jî dest bi rojnamegeriyê kir. Dayê gotibû bila yek ji we kamereya Denîzê rake. Hem Binevşê hem jî min dest pê kir. Li gel hemû zor û zehmetiyan ez heta niha di xebatên çapemeniyê de kar dikim û ez ê bi zimanê te yanî wek rojnamegerekê, piştî te çi bû, ji te re vebêjim.  

Denîz, piştî te Mexmûr rizgar bû, Şengal rizgar bû, jinên Şengalê hêzên xwe ava kirin û xwe parastin. Kirasê reş ji ser xwe avêtin û wekî Teyrê Tawûs biriqîn. Gelek bûn rojnameger, rêya te û hevala te Nûjiyan Erhan domand. Êş û berxwedana jinên Şengalê nivîsîn.

Kobanê rizgar bû, ciwanên Kurd sînor qetandin û ala azadiyê hejand. Dilê hemû Kurdan bû yek û bi hev re avêt. Jinan dîsa şûrê berxwedanê li ba kir, ji cîhanê re bûn hêvî, azadî… Tilîliyên wan rûçikê reş ê DAIŞ’ê, tirsonekiya hişmendiya mêran a ji vîna jinan nîşanî tevahî cîhanê kir. Ew bejna wan a bi çek û rext dixemilî, bû sembola azadiya jinan. DAIŞ û dostên xwe yên digot dê “Kobanê bikeve” di reşahiyê de man û em derketin ber ronahiyê.

Agirê berxwedana Rojava pijiqî Rojhilatê Kurdistanê. Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê zilaman ve hat qetilkirin, ji ber mûyên porê wê xuya kiribûn. Lê carekê ronahiya azadiya jinan dabû Rojhilatê Kurdistanê, jinan ji zilmê re got bes. Serhildanên Jin, Jiyan, Azadî dest pê kirin. Jinên Rojhilat wekî jinên li Şengalê, Reqayê perdeya reş qetand û serî hilda. Berxwedana wan wekî porê wan ê li ber bayê belavbûyî, belavî cîhanê bû. Ji Rojhilat heya Rojava, Bakur, ji Tirkiyeyê heta Ewropa û Amerîkayê, ji Efganistanê hetanî Hindistanê jinan bi yek dengî digot Jin, Jiyan, Azadî. Ev sê gotinên zêrîn ên ji paradîgmaya Rêber Apo li cîhanê bûn bingehê têkoşîna azadiya jinan.

Denîz, 9 sal derbas bûn, berxwedaneke mezin çêbû. Lê hişmendiya durû ya mêran didome. Li Efganistanê didome, li Îranê didome, li Sûriyeyê, li peravên Sûriyeyê, li Siwêdayê didome, li Iraqê didome û didome…

Pergala durû çekdarên xwe berdane ser serê gelan, li Efganistanê Talîban, li Sûriyeyê rêxistina ku berdewamiya DAIŞ’ê ye anîne ser desthilatê. Hewl didin dîsa kirasê reş ê DAIŞ’ê biavêjin ser serê jinan.

Piştî 9 salan gelek Şengal qewimîn, li perava Sûriyeyê jinên Elewî wekî yên Êzidî, bi destê heman qatilan hatin qetilkirin, tên revandin. Em dîsa dinivîsin û ber guhê cîhanê dixin.

Îro li Siwêdayê Şengaleke din heye, ev çekdarên ku ji aliyê pergala durû ve tên rewakirin, her roj jinan qetil dikin, direvînin.

Lê berxwedana jinên Kurd ji bo her kesê bû çemek ku nemiçiqe. Îro jinên Durzî li ber xwe didin, dayikên Duzî radest nabin û heta henaseya dawîn li ber xwe didin. Bi renqê YPJ’ê li ber xwe didin. Jinên peravê dibêjin “Hûn nikarin me tune bikin”, jinên Efgan dibêjin “Em hene”, jinên hindistanî li hemberî tundî û destdirêjiyê dibêjin “Jin, Jiyan, Azadî”, jinên Kurd peyamê ji Rêber Apo re dişînin.

Min bûyera ku herî zêde te keyfxweş bike hêla dawiyê. Xwesteka te ya herî mezin pêk hat. Rêber Apo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Ev kelecana mezin ket dilê me hemûyan. 27’ê Sibatê peyama wî hat parvekirin, min li Qamişloyê lê guhdarî kir. Rojeke sar bû lê bi carekî re dilê me germ bû. Îro em agahiyê ji Rêber Apo digirin, bi hezaran kes dixwazin pê re hevdîtinê bikin. Bi hezaran rojnameger dixwazin pê re hevdîtinê bikin.

Rêber Apo wekî gotibû dê sedsala 21’an bibe sedsala jinan, niha jî got “Dê jin pêşengiyê bikin”.

Yanî barê me girantir, berxwedan mezintir bû piştî te.

Min dixwest bi te re binivîsim, bixwînim, nîqaş bikim. Em bi hev re nûçeyan binivîsin û kelecana heyî hîs bikin. Îro em wek rojnamegerên jin rêya te û hevalên te dişopînin, em ê bişopînin. Ez ê rojekê herim ser Golê, kevir û ava wê ji te re bînim, serkeftina gelan û jinan ku tu li bendê yî, vebêjim.