‘Bila dagirkerî bi dawî be da ku em vegerên warê xwe’

Koçberên Girê Spiyê yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza vegera ewle kir û got hebûna dagirkeran trajediya wan zêde dike.

‘Bila dagirkerî bi dawî be da ku em vegerên warê xwe’
8 tebax, 2025   05:15
EYN ÎSA

Koçberên li kampa koçberên Girê Spî ya kantona Firatê daxwazên xwe yên vegera li warê xwe ku ji 2019ˊan ve hatiye dagirkirin, didomînin..

Koçbera ji gundê Şirgirak Nûra El Şerîde axivî û got wê hêvî dikir ku ji bo vegera li gundê xwe tevgerek aktîv hebe û ev tiş anî ziman: "Hîna em li bendê ne. Tu guhertin jî nehatin kirin. doza me tenê bûye madeyek ragihandinê."

Koçber Mihemed Hiso jî, diyar kir ku di demekê de koçberên li herêmên weke Hema, Heleb, Şam û Derayê vegerîn cihên xwe, ew li hember berdewama dagirkirina bajarê Girê Spî matmayî mane û ev tişt aşkera kir: "Em bi bajarê xwe dibihîsin, lê nabînin. Heta em miriyên xwe jî dûrî xaka xwe vedişêrin."

Koçber Xewle El Îbrahîm jî diyar kir ku bi hebûna dagirker û çeteyan vegera ewle li gundan ne pêkan e û got derengmayîna girtina tedbîran wan ji mafê vegerê bêpar dike.

(fr)

ANHA