Mijarên sereke yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî vê sibê di weşanên xwe de bal kişand ser vekişîna şandeya hikumeta Şamê ji civîna Komkara Erebî, serdana serokê Îranê ji bo Iraqê û kar û barên Lîbyayê.

Mijarên sereke yên rojnameyên erebî
11 îlon, 2024   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye nûçeyek bi sernavê "Nerazîbûna Îranê ji hikumeta Sûdanî rojeva serdana Pizîşkiyan a li Iraqê ye" weşand.

Rojnameyê diyar kir ku Îran ji siyaseta serokwezîrê Iraqê ya li hember Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ne razî ye û li şûna ku ev serdan ji Sûdanî re derfetek be ji bo ku "tevliheviya Çarçoveya Koordînekirî kontrol bike û xwe ji fişarên hêzên şîe bide alî", fişareke din li ser hikumetê çêkir û êdî hikumeta Iraqê neçar e daxwazên Îranê qebûl bike.

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên siyasî wergirtine, da zanîn ku Pizîşkiyan di serdanê de dixwaze teqez bike ku Iraqê li deriyê wê da ku xwe ji cezayan xilas bike, her wiha Iraq wek qadekê ji bo birêvebirina nerasterast a nakokiyên bi DYA`yê re ye.

Rojnameyê îşaret pê kir ku Sûdanî bi piştgiriya Washingtonê û paşguhkirina fişarên wê li ser Tehranê tê tawanbarkirin û dibe di encama vê helwestê de piştgiriya hêzên sereke li welêt, partî û komên çekdar ên şîe yên girêdayî Îranê ji dest bide.

‘DERKETINA EL MIQDAD DI DEMA AXAFTINA HEMPÎŞEYÊ WÎ YÊ TIRK DE PEYAMÊN NAKOK DIDE?’

Rojnameya Şerq El Ewsat encamên derketina şandeya hikumeta Şamê ji civîna wezîrên karên derve yên Ereb dema wezîrê karên derve yê dewleta Tirk diaxivî, nirxand.

Rojnameyê diyar kir ku ji vê helwestê diyar e ku Şam, ne razî ye ku Enqere tev li civînê bibe. Her wiha El Miqdad bersiv da daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî normalîzekirinê û teqezî bi şertên Şamê kirin ku divê ji bakur û rojavayê Sûriyeyê û rojavayê Iraqê vekişe.

Rojnameyê agahiyên xwe spartin çavkaniyên ku dosyaya normalîzekirinê dişopînin û destnîşan kir ku geşedanên li civînê çêbûne "nîşaneyên nezelal" dan. Di wextekê de ku Enqere hewl dide "bi rêya têkiliyên xwe bi dewletên Ereban re rola xwe ya herêmî vegerîne", li beramber vê hewldanê, dewletên Ereban dehf didin Tirkiyeyê ku normalîzekirinê temam bike ji bo ku aloziya li welêt bi destê dewletên Ereban were çareserkirin.

‘PERGALA MALÎ YA LÎBYAYÊ; QURBANIYA ALOZIYA LI SER DESTHILATÊ Û HEGEMONYAYÊ’

Rojnameya El Erebî El Cedîd bal kişand ser rewşa bankan li Lîbyayê û da zanîn ku aloziya li welêt a ji 10 salan ve berdewam e, bandor li tevahî bankan kiriye.

Rojnameyê destnîşan kir ku bi berdewamkirina aloziyê û şerê di navbera komên nakok de û hevrikiya li ser desthilatê di navbera hikumetan de, aloziya malî ya xeternak girêktir kir û metirsiyên belavbûna gendeliyê di vê qadê de zêde kirin.

Li gorî rojnameyê, li gel aloziya di navbera aliyên Lîbyayê de, Banka Navendî ya Lîbyayê di nava aloziyekê de ye ku kûrbûna aloziya aborî û siyasî ya li welêt nîşan dide.

Rojnameyê cih da nirxandinên pirsporên siyasî ku aliyên nakok ên Lîbyayê ji bo ku berjewendiyên xwe bi dest bixin, siyasetên malî bi kar tînin, lê ev siyaset zirarê dide aboriya welêt û êş û zehmetiyên welatiyan zêdetir dike.

(şx)