Li başûrê Lubnanê êrişên dijwar ên Îsraîlê

Artêşa Îsraîlê vê sibehê bi dijwarî başûrê Lubnanê bombebaran kir.

Li başûrê Lubnanê êrişên dijwar ên Îsraîlê
11 îlon, 2024   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa National News a Lubnanê (NNA) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê saet di 05.00’an de, li bax û geliyên nêzî bajarokên Qelîla, Zobeqîn, Hiniye, Mecdel Zon ên li başûrê Lubnanê xist. Hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê zêdetirî 15 caran deverên navborî bombebaran kirine.

Li gorî heman ajansê, artêşa Îsraîlê derdora bajarokên Naqûra, Cebel El Lebûne, Elma Şab, Teyr Herfa, Dehîra û Merwehîn bi çekên giran gulebaran kirin.

(bb)