Li Kerkûkê 3 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn

Li Kerkûkê di navbera hêzên ewlehî û komek çekdar de şer derket. Hate zanîn ku di şer de 3 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûne.

Li Kerkûkê 3 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn
11 îlon, 2024   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî, vê sibehê li gundê Sêkanyanê yê dikeve bakurê parêzgeha Kerkûkê, dema hêzên ewlehiyê xwestin kesekî ku biryara girtinê li ser heye bigrin, şer derket.

Li gorî agahiyan hêzên ewlehiyê xaniyek dorpêç kir û heta niha jî şer didome.

Her wiha hate zanîn ku di şer de 3 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûne û hêzek zêde ya ewlehiyê çûne cihê bûyerê.

Hate gotin, tê texmînkirin kesên rûbirûyê hêzên ewlehiyê dibin çeteyên DAIŞ’ê bin.