Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊemîn dest pê kir

Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊemîn li Navenda HRRK`ê ya bajarê Qamişloyê dest pê kir. Wê di mîhrîcanê de panel bên dayîn, helbest û çîrok bên xwendin.

Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊemîn dest pê kir
Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊemîn dest pê kir
Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊemîn dest pê kir
Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊemîn dest pê kir
Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊemîn dest pê kir
Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊemîn dest pê kir
Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊemîn dest pê kir
Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊemîn dest pê kir
20 kanûn, 2025   20:40
QAMIŞLO

Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊemîn ku her salê ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve tê birêxistinkirin, di bin dirûşma "Asmanê Welêt Têra Xwenên me Hemûyan Dike" dest pê kir.

Rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, hunermend, helbestvan û endamên saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl  tev li bernameya roja yekemîn a li navenda HRRK`ê ya bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê rêveber ê Komîteya Hevbeş a Nivîskaran û Rewşenbîrên Kurd li Rojava Telal Dêrikvanî axivî û diyar kir ku "Mîhrîcanê li malbatên şehîdan û şervanên di çeperê şer de yên ku parastina me dikin, pîroz dikin, her wiha li hemû nivîskar û rewşenbîrên xwe jî pîroz dikin."

Paşê Endamê Desteya Rêveber a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Kemal Necim axivî. Necim mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11`emîn li hemû haziran pîroz kir û bi xêrhatina hemû mêvanan kir.

Paşê panelek bi navê "Nirxandina kar û xebatên Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê" ji hêla Kemal Necim ve, bi beşdariya endamên HRRKˊê Luqman Yûsif, Qadir Egîd, Telal Dêrikvanî, Behrîn Oso, Dêrsim Elî, hat birêvebirin.

Di panelê de hat diyarkirin ku ev deste ji 11`ê Nîsana vê salê dest pê kiriye, ji 5 Yekiteyên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê yên rewşenbîr û nivîskaran pêk tê, çalakiyên meha derbasbûyî yên ku ji dema damezrandina wê ve hate nîqaşkirin

Hate destnîşankirin ku kar û xebatên wan heya astekê baş bû, di demên pêş de çalakiyên berfirehtir wê bên lidarxistin.

Roja yekemîn ji mîhrîcanê bi helbest û çîrokên bi zimanê Kurdî û rrebî bi dawî bû.

Mîhrîcan heta 30`yê Kanûnê (2025) bi dawî didome.

Bernameya rojên din ên mîhrîcanê bi vî awayî ye:

21ˊê Kanûnê (roja duyemîn): panela bi sernavê "Konferansa li ser Yekitiya Kurdan Encam û Rê" û xwendina helbestan û çîrokan bi zimanê Erebî.

22ˊyê Kanûnê (roja sêyemîn): panela bi sernavê"Kêşeya Kurdî... perspektîfên Sûrîyeyê" û xwendina Helbesta bi zimanê Kurdî.

 23ˊyê Kanûnê (roja çaremîn): panela bi sernavê "Diyardeya Mezinbûna Rêxistina Eşîr li Herêmê... Sedem Avantaj û dezavantaj" û xwendina çîrokan.

`24ê Kanûnê (roja pêncemîn): panela bi sernavê "Pêşengeha Şehîd Herekol, piştî 9 rûniştinan erênî, şaşî, kêmasî û pêşniyar" û bîranîna salvegera Hunermend Mihemed Şakir.

`25ê Kanûnê (roja şeşemîn): panela bi sernavê "Rastiya Lêkolîn û Lêkolêna Zanistî li Rojava ",xwendina çîrokan û şanoyek bi navê "Rewşenbîran".

`26ê Kanûnê (roja heftemîn): panela bi sernavê "Rastiya Çîroka Rojava di 10 Salên Dawî de" û xwendina helbestan û çîrokan.

`27ê Kanûnê (roja heştemîn): panela bi sernavê "Rastiya Tevgera Helbestê li Rojavayê Kurdistanê di 10 Salên dawî de", xwendina helbestan bi zimanê Kurdî û belgefilima bi navê "Destên Terikî".

`28ê Kanûnê (roja nehemîn): panela bi sernavê "Lêkolînên li ser ciwanên pêşerojê" û xwendina helbestan û çîrokan.

`29ê Kanûnê (roja dehemîn): panela bi sernavê "Nasnameya Neteweyî ya Kurdî li Sûriyeyê" û xwendina helbestan û çîrokan.

`30ê Kanûnê (roja yazdemîn): Belavkirina xelatan.

(ah/fr)