MSDˊê li Helebê panelek têkildarî siberoja Sûriyeya nû li dar xist

MSDˊê bi tevlêbûna nûnerên ji partiyên siyasî, civaka sivîl, eşîr û rewşenbîran, ji bo nîqaşkirina rêveçûnên siberoja Sûriyeyê û misogeriya temsîlkirina adilane ya tevahî pêkhateyan paneleke diyalogê li Helebê organîze kir.

20 kanûn, 2025   20:02
HELEB

Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi diruşma "Ji hilweşîna rejîmê heta bi avakirina dewletê" paneleke diyalogê li kafîteryaya Lêlûn a taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê li dar xist. 

Di panela ku nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, Meclisa Olî, Meclisa Eşîran a Taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd, rewşenbîr, çalakvanên serbixwe, nivîskar û rojnamevanên ji bajarên Helebê û Meeret El Nûman amade bûn de, rêveçûnên siberoja Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

DANASÎNA MSD'Ê

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevseroka Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Fatme Hesîno bixêrhatina beşdaran kir. Fatme diyar kir ku MSDˊê hevpeymaneke siyasî, niştîmanî, civakî û çandî ye ku ji hêz, partî û kesayetên ji tevahî gelê Sûriyeyê pêk tê.

Fatme girîngî da diyaloga niştimanî û hevkariya ji bo avakirina nasnameya niştimanî ya giştî di vê werçerxa dîrokî ya Sûriyeyê de.

XALÊN SEREKE JI BO AVAKIRINA SÛRIYEYÊ

Girêdayî vê mijarê nivîskar û lêkolînerê siyasî di Navenda Lêkolînan a Umran de Elî Ebdulmecîd li ser guhartinên siyasî yên heyî û asoyên avakirina Sûriyeyê li ser bingehên demokrasî û hevbeşiyê, axivî.

Ebdulmecîd anî ziman ku divê di vê qonaxê de pêşî li gotinên kîndariyê were girtin û taîfîperestî di zimanê gelemperî û giştî de tune be û got: "Divê rola saziyên civaka sivîl bi taybetî yên sendîkayan were bipêşxistin ku maf û azadiya giştî were misogerkirin." Ebdulmecîd pirsî ku gelo sedemên derengmayîna pêkanîan temsîlkirina adilane ya xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di Meclisa Bajarê Heleb an jî Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê de çi ne.

Ebdulmecîd diyar kir ku "Em bikin ku hemû pêkhate bi rengên xwe beşdar in, wek nimûne çima zimanê Kurdî li ser têketinên zanîngehan nayê nivîsandin ku zanîngeh werin nasîn."

Dûre beşdaran nêrînên cuda li ser pêşeroja Sûriyeyê û rêbazên xurtkirina diyaloga navxweyî parve kirin.

'RAGIHANDINA FERMÎ TEHRÎKKAR E'

Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Emîn Elîko jî axivî û diyar kir ku "Bê guman, ji bo avakirina Sûriyeya ku tevahî hêviya wê dikin, pêdivî û serpêkhateyên hemû pêkhateyan di ber çavan re were derbaskirin. Ev yek bi rêya xebata beşdariya hevbeş a rastîn û destûreke giştî ku mafên tevahî misoger bibe, pêkan e."

Elîko ragihandina fermî ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rexne kir û got ku ragihandina fermî bi rêya gotinên kîndariyê mozaîka Sûriyeyê parçe dike.

MISOGERKIRIYA TEMSÎLKIRINA JINAN DI BIRYARDANÊ DE

Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Zeyneb Qenber banga pêkanîna edaleta pêvajoya veguhêz û aştiya civakî bi rêya misogerkirina mafên jinan di cihê biryardanê de kir û da zanîn ku diyalog bingeha lihevkirin û nêrînan e.

YEKITIYA GELÊ SÛRIYEYÊ

Li aliyekî din jî çalakvanê civakî yê ji Meeret El Nûman Sarî Rehmon diyar kir ku ew serbilind e ku yek ji xwendekarên zanîngehê yên pêşîn bû ku li dijî rejîma Baasˊê serî hildaye, ye. Rehmon hevalê xwe yê Kurd Sîlvan Şedo yê ku ji kesên li zanîngehên Sûriyeyê li dijî rejîmê derketiye bû, bi bîr xist û diyar kir ku ev tecrûbe jî girîngiya yekitiya gelê Sûriyeyê nîşan dide ku zextê li nûnerên siyasî were kirin ku vê yekitiyê qebûl bikin.

Di dawiya panelê de bal li ser bingehên entegrasyona Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hikumeta veguhêz re hat kişand, li kêlek wê jî hat gotin ku pêwîstî bi temsîlkirina adilane ya tevahî pêkhateyan di avakirina Sûriyeya giştî de heye.

(mh/fr)

ANHA