Hejmara kuştiyên êrişa Selemiyê derket 2 kesan

Hejmara kuştiyên êrişa çekdarî ya li dijî gundê Sebûre yê Selemiyê derket 2 kesan.

Hejmara kuştiyên êrişa Selemiyê derket 2 kesan
20 kanûn, 2025   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Kesekî din ku di êrişa çekdarî ya vê sibehê li dijî gundê Sebûre yê herêma Selemiyê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. 

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, ji ber ku 4 kesên din ên birîndar di beşa lênêrîna taybet de ne, metirsî heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Vê sibehê komeke çekdaran bi awayekî ketober gule li welatiyên gundê Sebûra reşandin. Di encamê de qurbanî çêbûn. Piraniya birîndarên ku rewşa wan giran e, veguhastin nexweşxaneya Selemiyê.

Şênaiyan anî ziman ku êrişkar endamên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ne û êriş bi ajoya taîfî pêk hat.

(ac/fr)

ANHA