Festîvala Wênekêşiyê didome

2’mîn Festîvala Wênekêşiyê, ku ji hêla Yekîtiya Wênekêşên Sûriyeyî ve hatî lidarxistin, di roja duyemîn de didome.

Festîvala Wênekêşiyê didome
Festîvala Wênekêşiyê didome
Festîvala Wênekêşiyê didome
Festîvala Wênekêşiyê didome
Festîvala Wênekêşiyê didome
Festîvala Wênekêşiyê didome
21 hezîran, 2026   14:41
QAMIŞLO

2’mîn Festîvala Wênekêşiyê, ku ji hêla Yekîtiya Wênekêşên Sûriyeyî ve hatî lidarxistin, di roja duyemîn de didome. Festîval li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo pêk tê. 

150 wêneyên ku ji aliyê wênekêşên Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ve hatin kişandin, li festîvalê tên nîşandan. Di wêneyan de ked, penaberî, Newroz, çanda Kurdî, şer, dîrok, xwezaya Kurdistanê hatine nîşandan.

Îro Cîgirê Encûmenê Bala yê Wênegirên Kurdistanê Arî Celal ku ji bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê beşdarî festîvalê bûye, semînerek li ser wênekêşiyê da. Arî armanca wênegirtinê, hest û fikrên di dema wênegirtinê de ji wênekêş û wênehezan re vegot. Her wiha çîrokên li pişt wêneyên ku heta niha kişandiye bi beşdaran re parve kir.

Piştî semînerê wênehezan li wêneyên beşdarî festîvalê bûne temaşe kirin.

Dê îro heta demjimêr 19.00’an festîval bidome. Li gorî bernameya festîvalê divê îro festîval bi dawî bibûya, lê ji ber dê hinek wênegir û mêhvan ji Başûrê Kurdistanê bên, dê festîval sibe jî bidome.

(bî/ha)

ANHA