Bernameya çalakiyên salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hate eşkerekirin

Tevgera Çand û Hunerê ya Rojava bernameya çalakiyên hunerî û çandî yên ji bo salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê aşkera kir. Çalakî dê li 6 navendan li seranserê bajarên Cizîrê û Kobaniyê werin lidarxistin.

Bernameya çalakiyên salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hate eşkerekirin
Bernameya çalakiyên salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hate eşkerekirin
Bernameya çalakiyên salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hate eşkerekirin
Bernameya çalakiyên salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hate eşkerekirin
Bernameya çalakiyên salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê hate eşkerekirin
18 tîrmeh, 2026   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibê anku 19`ê Tîrmehê, salvegera 14`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye ku di sala 2012`an de li Kobaniyê dest pê kir.

Komîteya amadekar a pîrozbahiyên salvegerê diyar kir ku şahî dê bi dirûşma "Em ê bi rihê 19`ê Tîrmehê, mafên gelê Kurd misoger bikin û Sûriyeyê demokratîk bikin" were lidarxistin.

Tevgera Çand û Hunerê ya Rojava bernameya hunerî û çandî ya pîrozbahiyan ragihand.

QAMIŞLO

Li Qamişloyê pîrozbahî dê li Parka Azadî bi beşdariya hunermend Comerd û Deniz Deman, Koma Stêra Zêrîn a stranan û Koma Şehîdên Qereçox a govendê pêk were.

HESEKÊ

Li Hesekê, çalakî dê li Parka 4`ê Nîsanê bi beşdariya hunermend Berband Hilat, Koma Gerestêr, hunermend Geşbûn û hunermend Mihemed Cûdî pêk were.

TIL TEMIR

Li Til Temirê dê pîrozbahî li Qada Newrozê bi beşdariya hunermend Aycan Kobanê, Koma Şoreş a stranan û hunermend Yara Ehmed were lidarxistin.

DIRBÊSIYÊ

Li Dirbêsiyê pîrozbahî dê li Parka Şehîd Zevîn bi beşdariya Koma Şehîd Xebat a stranan, hunermend Hojîn Hêrz û Koma Şehîd Zîlan a stranan pêk were.

RIMÊLAN

Li Rimêlanê pîrozbahî dê li hewşa Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê bi beşdariya Koma Eleniya ya stranan, Koma Serhildan a stranan, hunermend Wail Çeço û Koma Delîla ya stranan pêk were.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê pîrozbahî dê li Parka Dîcle bi beşdariya Koma Cûdî ya stranan, hunermend Xelîl Botan û Koma Delîla ya stranan pêk were.

Komîteya amadekar diyar kir ku hemû pîrozbahî dê di 19`ê Tîrmehê de saet di 19:00’an de li 6 bajaran dest pê bikin.

KOBANÊ

Li bajarê Kobanê jî pîrozbahî dê roja Yekşemê saet di 18.30’an de li Stadyuma Şehîd Bawer Agir bi beşdarbûna hunermendên Kurd ên ji Ewropa, herêma Cizîrê û Kobaniyê pêk were.

(k)

ANHA