Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî di roja duyemîn de ye

Di roja duyemîn a Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî de semînerek li ser veguherînên Aborî yên li bajêr ya  sedsaliya Qamişlo  de, qonaxên damezrandin, pêşdeçûna bazirganiyê li herêmê hat dayîn

Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî di roja duyemîn de ye
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî di roja duyemîn de ye
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî di roja duyemîn de ye
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî di roja duyemîn de ye
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî di roja duyemîn de ye
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî di roja duyemîn de ye
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî di roja duyemîn de ye
Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî di roja duyemîn de ye
18 tebax, 2026   21:49
QAMIŞLO

Bi boneya sedsaliya damezrandina bajarê Qamişloyê, Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya li bajarê Qamişloyê di roja duyemîn de didome. 

Mîhrîcan ji aliyê HRRK‘ê ve û bi sponseriya Nûçe Tv û Kanal El Yaum ve hatiye organîzekirin. Mîhrîcan heta 21’ê Tebaxê didome.

Di çalakiyên roja duyemîn de semînerek bi sernavê “Sedsaliya guhertina aborî ji aboriya çavkaniyan ber bi pirsa geşepêdanê ve semînerek ji aliyê Gerînendeyê Gerînendetiya Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mizexêran a Hesekê Şewqî Mihemed ve hat dayîn.

Di semînereê de dîroka Qamişloyê û şert û mercên damezrandina wê di 1926’an de hatin destnîşankirin ku piştî guhertinên mezin li herêmê li pey Şerê Cîhanê yê Yekemîn, xêzkirina sînoran û dema mandata Fransî Qamişlo hat damezrandin.

Mihemed da zanîn ku Qamişlo ne tenê bajar e, temsîla ezmûna avahî, Aborî , Civakî û dîroka  herêma Cizîra Sûriyeyê dike. Ji damezrandinê ve bajar bi tevgera aborî û bazirganiyê ya bi derdorê ve têkel hat girêdan û mînaka jiyana aborî ya hevbeş û civakî ava kir.

Di semînerê de helbestên Mihemed Beşîr, Bawer Can, Cindî Xezan, Hozan Kergundî, Yûsif Kotî, Anahîta Sîno, Mihemed Welîd, Îso Xilo û Ehmed Elî ve hatin xwendin, her wiha çîrokên wêjeyî jî hatin xwendin.

 Her wiha pirtûka nivîskar Fewaz Osman a bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; damezrandin, pêşdeçûn û entegrasyon hat îmzekirin.

Armanca mîhrîcanê bi semîner, panel, şevbuhêrkên helbestî, pêşangeh, çalakiyên hunerî û çandî yên curbicur balê bikişîne ser dîroka çandî, ramyarî û aborî ya bajêr di sedsaliyê de.

(f)

ANHA