Meşa li Qamişlo hat betalkirin

Piştî biryara rewşa awarte ya Rêveberiya Xweser, meşa ku dihat plankirin îro li Qamişlo bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker were lidarxistin, hat betalkirin.

Meşa li Qamişlo hat betalkirin
8 kanûn, 2024   10:37
QAMIŞLO

Înîsiyatîfa Gel a Qamişlo, bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û pêkanînên wan ên dijî gelê Efrîn û Şehbayê, wê îro meşek lidar bixista. 

Dihat plankirin ku ji Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs û Tirbesiyê bi deh hezaran kes beşdarî meşê bibin.

Lê piştî ku Rêveberiya Xweser ji ber aloziya li tevahiya Suriyeyê rewşa awarte îlan kir, înîsiyatîfê jî meş betal kir.

(a)
ANHA