Koşka Spî: Em bûyerên li Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopînin

Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî ya Emerîkayê diyarkir ku serokê Amerîkayê Biden bûyerên li Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopîne û da zanîn ew bi hevkarên xwe yên herêmî re di pewendiyê de ne.

Koşka Spî: Em bûyerên li Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopînin
8 kanûn, 2024   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî Sean Savett, derbarê geşedanên li Suriyeyê diqewimin û rûxîna rejîma Beşar Esed, li ser hesabê X’ê peyamek belavkir.

Sean Savett ragihand ku serokê Emerîkayê Joe Biden û tîma xwe geşedanên awarte yên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin û got: “Serok Biden û tîma xwe ji nêz ve bûyerên li Sûriyeyê dişopînin û bi hevkarên xwe yên herêmî re di nava peywendiyê dene.”

Hêjayî gotinê ye îro di vîdyoya ku li ser televizyona dewletê ya Sûriyê hat belavkirin de, hat ragihandin ku Beşar Esed hatiye hilweşandin û hemû girtiyên di zindanan de hatine berdan.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî, ji ber rewşa aloz a li Suriyeyê rewşa awarte îlan kir.