Serokwezîrê Sûriyeyê: Ez li mala xwe me û jê derneketim

Serokwezîrê Sûriyeyê Mihemed Xazî Celalî bang li welatiyan kir ku ziyanê nedin saziyan û da zanîn ku hikumet amade ye destê xwe dirêjî muxalefetê bike.

Serokwezîrê Sûriyeyê: Ez li mala xwe me û jê derneketim
8 kanûn, 2024   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Sûriyeyê, Mihemed Xazî Celalî, îro ragihand ku ew hîn li mala xwe ye û niyeta derketina wî ji welêt tune ye.

El Celalî bi rêya vidoyekê got: "Di van saetên ku xelk bi fikar û tirs in de , tevî ku her kes xema vî welatî dixun, ez ê dezgehên giştî yên dewletê biparêzn, ew dezgeh ne yên min in, ne yên kesekî din in, ew yên Sûryeyiyan in. Em destê xwe dirêjî her welatiyekî dikin ku dezgehên dewletê diparêze. "

Her wiha got: “Ez bang li hemû welatiyan dikim ku ziyanê nedin mal û milkên giştî ji ber ku di dawiyê de ew milkê wan e, û ez li vir di mala xwe de me û jê derneketim û niyeta derketinê nakim. Ez ê ji bo xebitandina saziyên giştî û dezgehê dewletê kar bikim, da ku aramî û ewlehiya welatiyn pêk bînin"

El Celalî wiha dewam kir: "Hêvîdar im ku her kes bi aqilane bifikire. Em destê xwe dirêjî dijberên ku destê xwe dirêjî me kirine dikin. Wan jî tekez kir ku ew ê êrişî ti kesên ji gelê Sûriyeyê nekin."

Di berdewamiya axaftina xwe de El Celalî wiha got: "Baweriya me bi Sûryeya ji bo hemû gelên Sûriyeyê heye. Sûriye welatê hemû gelên wê ye ku dikare asayî be û têkiliyên asayî bi cîranên xwe û cîhanê re ava bike bêyî ku bikeve nava ti îtîfaq û blokên herêmî, lê ev tişt dê gelê Sûriyeyê û Rêveberiya Sûryeyê biryara wê bide."

(k)