Meşa Dirêj bi çalakiyên cuda dewam dike

Meşa Dirêj ku bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan li paytexta Fransa Parîsê destpê kir, bi çalakiyên cuda dewam dike.

Meşa Dirêj bi çalakiyên cuda dewam dike
23 ÇILE, 2024   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Meşa dirêj a 25 rojan a ber bi Strasboûrgê ve, di 22'ê Çileyê roja Duşemê de destpê kir. Di roja duyemîn de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li hev kom bûn û qert ji Îmraliyê re şandin. 

Kampanya şandina qertan di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' tê meşandin. Armanc ew e ku li tevahiya Ewropayê 100 hezar qert bêne şandin.

Hevserokê CDK-F'ê Şahîn Polat li pêşiya Navenda Çandê daxuyaniyek da çapemeniye û got, "Di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de tecrîd li ser gelên Rojhilata Navîn hemûyan tê ferzkirin. Ji bo şikandina tecrîdê em ê bi hev re çalakiya qartan lidar bixin."

Çalakvan piştre bi dirûşman heta postaxaneyê meşiyan. Dûre ji bo xwe bigihînin cihê meşê ya li qada Învlîdeyê li metroyê siwar bûn, li vê derê jî têkildarî çalakiyê agahî dan rêwiyan.

Çalakgeran diyar kirin ku ew bi salan e li dijî tecrîdê têdikoşin û gotin, "Em dixwazin îsal teqez bikin sala azadiya Rêber Abdullah Ocalan û misogerkirina statuya Kurdan."

Çalakgerên ku unîformayên sor ên bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocelan li xwe kirin, piştî meşa ji qada Învalîdeyê wê 24'ê Çileyê roja Çarşemê biçin bajarê Laûrîentê.

Meşvan wê heta Strasboûrgê li gelek bajaran bimeşin, civînan lidar bixin, hevdîtinan bikin û qartan bişînin.