Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi tevgerên jinan re civiya

Endamên Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi armanca nasandina jinan bi rêziknameya hundirîn a meclisê, civînek ji tevgerên jinan ên li Reqayê re li dar xist.

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi tevgerên jinan re civiya
Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi tevgerên jinan re civiya
Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi tevgerên jinan re civiya
Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi tevgerên jinan re civiya
Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi tevgerên jinan re civiya
Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi tevgerên jinan re civiya
Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi tevgerên jinan re civiya
Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bi tevgerên jinan re civiya
23 ÇILE, 2024   15:26
REQA

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk li hola Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li Reqayê civînek li dar xist. Endamên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya a Reqayê, rêxistin û tevgerên jinan ên kantona Reqayê tev li civînê bûn.

Di civînê de endama Kongreya Îslama Demokratîk Betûl Hemzawî biryarên konferansa yekemîn a Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk ku 22`yê Kanûna borî li dar ketibû, xwendin.

Betûlê bal kişand ser êrişên li dijî ol û baweriyan, felsefe, nirx, muzîk, helbest û wêjeyê û got: "Ne tesadufî ne lê belê bi qestî ne ku armanca wan kuştina hesta mirovî ye." 

Betûl îşaret bi rola Meclisa Jinan di kongreyê de kir û destnîşan kir ku biryarên konferansê dê pêşketineke fikrî di civakê de çêkin.

Dûre Koordînasyona Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk rêziknameya meclisê xwend û diyar kir ku meclis li ser bingeha edaleta civakî, wekheviya di navbera her du zayendan de hewl dide jin rola xwe ya çalak û rastîn di ola îslamê de bilîzin.

Çaverê ye ku heman civîn ji saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser û tevgerên jinan re li dar bikevin.

(şx)

ANHA