Li Dêrazor û Til Birakê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li kantonên Cizîr û Dêrazorê çalakî hatin lidarxistin.

23 ÇILE, 2024   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hember êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, bertek û nerazîbûn zêde dibin. Li navçeya Til Birakê ya kantona Cizîrê, bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl, leşker, partî û rûspiyên êlên herêmê ji Çerxerêya Firinê meşiyan. 

Meşê li pêşiya Çerxerêya Hêzên Ewlekariyê rawestiya. Li wir hevserokê Meclisa Navçeya Til Birakê Ebdurehman El Salih axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

El Salih wiha got: "Dewleta Tirk bi van êrişan siyaseta birçîkirin û koçberkirinê li dijî welatiyên herêmê dimeşîne. Dixwaze gel li dijî rêveberiyê derxe û fitneyê di navbera pêkhateyan de biafirîne."

El Salih bêdengiya civata navneteweyî li hember êriş, sûc û kiryarên terorîst ên dewleta Tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û bang li hêzên garantor kir ku firaşê li desthilata hikumeta dagirker bikin da ku rê li pêşiya van kiryarên dermirovî bigirin.

Her wiha El Salih bang li pêkhateyên herêmê kir ku bi hev re li hember êrişan bisekinin û heta azadiyê bi dest dixin, têkoşînê berdewam bikin.

DÊRAZOR

Li kantona Dêrazorê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji pêşiya Çerxerêya Şehîdan a bajarokê Sewa meşiyan. Bi sedan şênî tev li meşa ciwanan bû.

Meş li dawiya Kolana El Mezad rawestiya. Li wir bi navê tevgera ciwanan Elî El Ehmed axivî û got êrişên li dijî herêmê li dijî gelên herêmê ne, da ku wan koçber bikin.

El Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ber tirsa ji projeya gelên herêmê, êrişî herêmê dike. Li hember wan êrişan, El Ehmed soz da ku têkoşîn û berxwedana ciwanan berdewam bike û dê bi vîna gelên herêmê êrişan têk bibin.

(şx)

ANHA