Mekanîzmeya parastina daneyên avê nîqaşên forumê bûn

Beşdaran di rûniştina dawî ya foruma diyalogê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nîqaşên li ser rêbazên parastina daneyên avê li gel qutbûna wê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve nîqaş kirin.

Mekanîzmeya parastina daneyên avê nîqaşên forumê bûn
Mekanîzmeya parastina daneyên avê nîqaşên forumê bûn
Mekanîzmeya parastina daneyên avê nîqaşên forumê bûn
Mekanîzmeya parastina daneyên avê nîqaşên forumê bûn
Mekanîzmeya parastina daneyên avê nîqaşên forumê bûn
6 ÇILE, 2024   17:58
HESEKÊ

Xebatên foruma diyalogê ya Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma ′Bi hev re ji bo bidestxistina çandiniya komînal û ekolojî′ dewam dikin.

Mijara dawîn a forumê ya bi sernavê ′avdan û daneyên avê′ hevseroka Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nebîle Mihemed bi rê ve bir.

Nebîle diyar kir ku aloziyên di navbera dewletan de bandorê li çavkaniyên avê û bikaranîna wê weke çekekî şer dike û wiha got: "Dewleta Tirk li hember Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyaseta şerê avê dimeşîne, ew yek j li dijî gelên herêmê sûcên şer e û bandorê li aliyên mirovî, aborî, civakî û jîngehê dike. Bi wê re dewletên xwedî daneyên avê yên zêde di aliyên siyasî û aborî de bi hêz e û şer li ser vê yekê li dijî cîranên xwe pêk tîne."

Nebîle behsa bandorên salên berê li ser erdnîgariya herêmê kir û wiha domand: "Di salên dawîn de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avhewa tevlihev bû, bi taybet di 3 salên dawîn de pêla ziwabûn û nebûna baranê hebû. Di 2023′yan de baran bi awayekî bêrêxistinî barî, wê yek jî cotkarên ku xwe dispêrin çandiniya bejî westand û ava binerdê kêm kir. Ji ber ku li herêmên di bin serweriya çeteyan û dewleta Tirk de bi awayekî bêserûber bîr tên kolandin."

Nebîle behsa êrişên dawîn ên li dijî herêmê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve kir û wiha got: "Ev hemû xeterî û karesat li pêş geşkrina mayînde ya çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asteng dikin, her wiha li pêş aborî û civakê jî asteng in. Li hember hewldanên Rêveberiya Xweser ên rizgarkirina civakê û jîngehê jî astengî ne. Ji ber stratejiya Rêveberiya Xweser ew e ku daneyên avê, çandinî û aboriyê bikevin xizmetê civakê, da ku çandiniya komînal a ekolojîk pêk bê."

Dûre beşdaran di nîqaşên xwe de girîngî da parastina daneyên avê yên binerdê, bikaranîna avê bi rêbazên nûjen, komkirina avê di zivistanê de ku sûdê di avdanê de wergirin.

Her wiha beşdaran anî ziman ku divê Rêveberiya Xweser were naskirin da ku barên aboriyê sivik bin.

Çaverê ye xebatên forumê bi encamnameyekê bi dawî be.

(fr)

ANHA