Desteya Rêveberiya Herêmî ya Firatê civîna salê li dar xist

Desteya Rêveberiya Herêmî ya kantona Firatê di civîna xwe ya salê de gelek projeyên pêk anîne aşkera kirin.

Desteya Rêveberiya Herêmî ya Firatê civîna salê li dar xist
Desteya Rêveberiya Herêmî ya Firatê civîna salê li dar xist
Desteya Rêveberiya Herêmî ya Firatê civîna salê li dar xist
6 ÇILE, 2024   18:22
KOBANÊ

Desteya Rêveberiya Herêmî ya kantona Firatê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê civîna xwe ya salê, bi beşdariya endamên nivîsgeh û navendên girêdayî desteyê yên kantona Firatê li dar xist. Di civînê de proje û xebatên ku ji meha Gulana sala borî li kantonê hatine pêkanîn hatin aşkerakirin.

PROJEYÊN ŞAREDARIYA GEL PÊK ANÎNE

Ji girîngtirîn projeyên ku Şaredariya Gel a kantonê pêk anîne avakirina parka "Jîn" li bajarê Kobanê ye. Her wiha projeya vekirin û çaksazkirin rêyan bi dirêjiya 47 hezar metre û danîna kevirên peyarêyan bi rûbera hezar û 326 metreyan û leckirina tora kanalîzasyonê bi dirêjiya 2 hezar û 881 metre û paqijkirina hezar û 193 nuqteyên rêgaran.

Dirêjiya rêyên ku hatine qîrkirin 16 hezar û 555 metrekab e û 688 kevirên interlook hatin danîn, zêdetirî 254 şewatên li kantonê hatin vemirandin û berhemdayîna giştî ya kanan 99 hezar û 186 metrekab e.

Her wiha beşa ronîkirinê ya desteyê 92 çira li cihên cuda yên bajarê Kobanê û xeta sînor danîn û kabil bi 10 hezar û 185 metreyan dirêj kir. Beşa paqijiyê ya Şaredariyên Gel jî 55 sondiqên çopê li qad û deriyên bajar û bajarokên kantonê danîn.

Nivîsgeha Pîşeyî û Lêkolînan a desteyê hemû projeyên girêdayî şaredarî û gerînendetiyan lêkolîn kirin û şopandin, her wiha piştî erdheja 6'ê Sibata par zirara ku gihîştiye xanî û avahiyên saziyan nirxandin.

PROJEYÊN GERÎNENDETIYA AVÊ

Her wiha, Gerînendetiya Avê ya kantonê gelek proje pêk anîn, ji wan:

Girêdana xeta avê ya Miştenûrê, berfirehkirina tora ava vexwarinê ya bajarê Kobanê û navçeya Sirînê, berfirehkirina tora avê ya navçeya Eyn Îsayê, nûkirina yekîneya avê ya navçeya Çelebiyê, avakirina xezanekî avê li navçeya Sirînê û berfirehkirina xeta avê bi dirêjiya 400 metre ji bo 4 gundan, hemwextî wê xebatên jinûve avakirina stasyona Til El Ebir û avakirina xezanekî bilind li Şiyûx didomin.

Der barê projeyên ku hatine pêkanîn de hevserokê Komîteya Şaredariyan a ku 11 şaredariyên kantonê girêdayî wê ne, Hecî Ehmed destnîşan kir ku wan tevî zehmetiyên ji ber erdhejê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê karîbûn gelek projeyên xwe pêk bînin.

Ehmed bang li Rêveberiya Xweser kir ku di serfkirina budceya giştî de wek par dereng nemîne da ku projeyan di zûtirên dem de bi dawî bikin.

(mh)

ANHA