Meşa li Parîsê dest pê kir û gihaşt Repûlîqueyê

Bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan li dijî komkujiyên Parîsê ji Gare du Nordê dest bi meşê kirin û gihîştin Qada Repûblîqueyê.

Meşa li Parîsê dest pê kir û gihaşt Repûlîqueyê
6 ÇILE, 2024   17:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya TJK-E'yê ji bo Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî), Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên di encama du komkujiyên dewleta Tirk de şehîd bûn, li paytexta Fransa Parîsê ji bo hesabpirsîn û banga edaletê kom bûn û meşiyan.

 Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirin û ronîkirina komkujiyan ku ji aliyê dewleta Fransayê ve bi hinceta “sira dewletê” tê veşartin, meş lidar xistin û daxwaza edaletê hate dubarekirin.

SENATORAN BERTEK NÎŞANÎ ‘SIRA DEWLETÊ’ DAN

Hin senatorên Fransî jî beşdarî meşê bûn û bi pankarta ku li ser nivîsa “Divê Hikûmeta Fransayê sirên dewletê ji holê rake" heyî, meşiyan. Her wiha senatorên Partiya Komunîst a Fransayê bertekên xwe nîşanî dewleta Fransayê dan.

Hunermend di merasîmeke cuda de meşiyan.

Hunermendên Kurd ên endamên TEV-ÇAND'ê bi pankarta ku li ser nivîsa “Ji bo şehîdên me edalet heyî, meşiyan.

Jin jî li pişt pankarta ku li ser nivîsa “Li dijî tarîtiyê Jin Jiyan Azadî” heyî û bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” meşiyan.

Girseya ku ji Gare du Nordê heya Qada Repûblîqueyê meşiya, pankartên ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaz dikin jî hilgirtin.

Mîtîng bi marşa Ey Reqîb û rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir.

Mîtîng a niha bi axaftinan berdewam dike.