Mehane xizmetên tenduristiyê ji bo hezar koçberî tên pêşkêşkirin

Navenda Heyva Sor a Kurd mehane xizmetên tenduristiyê ji bo zêdetirî hezar koçberên kampa Girê Spî pêşkêş dike.

Mehane xizmetên tenduristiyê ji bo hezar koçberî tên pêşkêşkirin
Mehane xizmetên tenduristiyê ji bo hezar koçberî tên pêşkêşkirin
Mehane xizmetên tenduristiyê ji bo hezar koçberî tên pêşkêşkirin
Mehane xizmetên tenduristiyê ji bo hezar koçberî tên pêşkêşkirin
Mehane xizmetên tenduristiyê ji bo hezar koçberî tên pêşkêşkirin
Mehane xizmetên tenduristiyê ji bo hezar koçberî tên pêşkêşkirin
Mehane xizmetên tenduristiyê ji bo hezar koçberî tên pêşkêşkirin
28 cotmeh, 2025   07:30
EYN ÎSA

Di destpêka Cotmehê (2025) de Heyva Sor a Kurd navendeke tenduristiyê ji bo pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê ji koçberên li kampa Girê Spî re, vekir. Ji ber ku berê xizmetên tenduristiyê yên li kampê ji navenda tenduristiyê ya Rêxistina ARC û navendeke girêdayî Rêveberiya Xweser dihatin pêşkêşkirin. Navenda Rêveberiya Xweser tenê destwerdanên lezgîn pêşkêşî nexweşan dikir.

Navenda Heyva Sor a Kurd xizmetên wekî dermankirin û peydakirina dermanên ji bo jin û zarokan pêşkêş dike, li kêlek wê jî navendê ambûlansek ji bo veguhastina nexweşan ji nexweşxaneyên  Eyn Îsa û Reqayê re eyar kiriye.

Endamê rêveber ê navendê Mehmûd El Omer got: "Rêxistina Heyva Sor a Kurd, ji bo pêşxistina rewşa tenduristiyê û çareserkirina zehmetiyên nexweşxan, xwedî li bangên rêveberiya kampê û koçberan derket. Ji ber ku berê tenê şêwirên tibî û destwerdanên lezgîn, bêyî dayîna dermanan, dihatin pêşkêşkirin."

El Omer da zanîn ku navend mehane xizmetên tenduristiyê ji bo zêdetirî hezar koçberî pêşkêş dike, ji wan 600 zarok û 450 jin in.

El Omer diyar kir ku tîmên navendê di hefteyê de 2 gerên xwe li gundên nêz pêk tînin ku xizmetên dermankirinê ji bo şêniyan pêşkêş bikin.

Kampa Girê Spî di 22'yê Mijdara 2019'an de, piştî dagirkirina bajarê Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat avakirin. Di kampê de nêzî 7 hezar koçber di şert û mercên zehmet dijîn.

(mh/fr)

ANHA