Medyaya hikumetê wêneyên cihê moşek jê hatine avêtin parve kirin

Medyaya hikumeta veguhêz wêneyên platforma avêtina moşekan ber bi Balafirgeha Leşkerî ya Mezê ya Şamê ve, parve kirin.

Medyaya hikumetê wêneyên cihê moşek jê hatine avêtin parve kirin
9 kanûn, 2025   23:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên ragihandinê yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê diyar kir ku hêzên ewlehiyê platforma avêtina moşekan li derdora balafirgeha Mezê dîtine. 

Çavkaniyên din jî da zanîn ku 4 platformên bi destan hatine çêkirin li cihê avêtina moşekan ber bi balafirgeha Leşkerî ya Mezê ya Şamê ve hatine dîtin.

Beriya çend saetan dengê teqînan ê ji ber avêtina moşekan li derdora Balafirgeha Leşkerî ya Mezê ya Şamê hat bihîstin. Hêzên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz derdora herêmê dorpêçe û dest bi lêkolînê kir.

(mh/fr)