Li bajarên peravê greva rûmetê di roja duyemîn de ye

Greva rûmetê ya li bajar û bajarokên perava Sûriyeyê di roja xwe ya duyemîn de didome. Rûbera grevê piştî ku şêx Xezal Xezal banga xwepêşandanan li dijî komkujî û binpêkirinan kir, berfireh bû.

Li bajarên peravê greva rûmetê di roja duyemîn de ye
9 kanûn, 2025   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî bangên serokê Meclisa Îlama Elewî ya Bilind li Sûriye û Diyasporê şêx Xezal Xezal ku li dijî komkujî û binpêkirin mezhebperestî derkevin, greva rûmetê li bajar û bajarokên perava Sûriyeyê dest pê kirin. Grev di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

Greva ku ji 8'ê Kanûnê dest pê kir, wê 5 rojan li bajar û gundên Laziqiyê, Ceblê, Tartûs, Safîta, Dirêkîş û Misyafê bidome.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li dijî dewamkirina grevê li ser dîwarên dikanên bazirganiyê nivîsên provakator û tehdîdê hatin kirin.

(ac/fr)

ANHA