Meclisa Tirbespiyê civînek li dar xist

Têkildarî pêşdeçûnên dawîn ên li Rojava û Sûriyeyê, Meclisa Tirbespiyê civîneke gel li dar xist.

Meclisa Tirbespiyê civînek li dar xist
11 adar, 2026   14:32
Qamişlo

Ji bo nirxandina pêşdeçûnên dawîn ên ku herêm tê re derbas dibe, Meclisa Bajarê Tirbespiyê civîneke gel li dar xist.

Civîn li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi beşdarbûna şênî û nûnerên saziyên civaka sivîl, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Endama Rêveber a Meclisa bajarê Tirbespiyê Nalîn Temo di civînê de got: “Em di qonaxeke dîrokî re derbas dibin. Li hemberî êrişan yekitî girîng e.”

Nalînê destnîşan kir ku armanca êrişên li ser herêmê, tunekirina Kurdan bû, lê helwesta gel bû bersiv, rê li ber tunekirinê girtin û yekitiya xwe zêde kirin û got: “Divê gelê me şiyar be, hin alî hene ku dixwazin herêmên me aram nebin, lê em ê bi berxwedan û têkoşîna xwe rê nedin wan kesan.”

Nalîn Temo her wiha got: “Em niha di meha Adarê de ne. Em ê bi ruhê berxwedana Rojava û yekitiya neteweyî ya Kurdan Newroza 2026’an pîroz bikin.”

(ex)

ANHA