Dêrikî pêşwaziya Newrozê dikin

Bi nêzîkbûna Newrozê re têketin, derketin û hejmareke rêyên sereke yên li Dêrikê ji bo pêşwazîkirina Newrozê (21 Adar) hatin xemilandin.

Dêrikî pêşwaziya Newrozê dikin
Dêrikî pêşwaziya Newrozê dikin
Dêrikî pêşwaziya Newrozê dikin
Dêrikî pêşwaziya Newrozê dikin
Dêrikî pêşwaziya Newrozê dikin
11 adar, 2026   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya amadekariyên Newrozê ji saetên sibehê ve al û sembolên kurdî li têketin û kolanên sereke yên bajêr dadiliqîne.

Komîte alên Kongra Star, YPJ, YPGˊê, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan dadiliqîne.

Li gorî komîteya çalakiyan, çaverê ye şênî ji 14ˊê Adarê ve bi awayekî rojane dest bi vêxistina agirê Newrozê bikin û heta 21ˊê Adarê bidome.

(fr)

ANHA