Li Qamişloyê ji bo helbestvan Ehmed Huseynî merasîm

Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê (DHNRK.RK) ji bo helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî yê ku duh li Swêd wefat kiriye, merasîmeke sersaxiyê li Qamişloyê li dar xist.

11 adar, 2026   14:37
QAMIŞLO

Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê (DHNRK.RK) ji bo helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî yê ku duh li paytexta Swêdê Stockholmê di temenê 71 saliyê de bi penceşêra pişikê wefat kir, merasîma sersaxiyê li Qamişloyê li dar xist.

Merasîm li hola Rehmê ya Qamişloyê bi amadebûna malbatên helbestvan, rewşenbîr, nivîskar û şêniyên bajêr hat organîzekirin.

Di merasîmê de hejmarek nivîskar û rewşenbîran rêwîtiya helbestvanê koçkirî Ehmed Huseynî û rola wî di çanda Kurdî de bi bîr xist.

Axêveran amaje bi xurtkirina helbesta Kurd û girêdana wî bi zimanê Kurdî re kir û got berhemên wî yên wêjeyî ji bo parastina nasnameya andî û dewlemendkirina wêjeya Kurdî bû.

Wê merasîm heta sibe jî ji bo pêşwazîkirina xelkê sersaxiyê dixwaze dewam bike.

Malbata helbestvan diyar kir ku tê payîn cenazeyê helbestvan piştî temamkirina tedbîrên guncaw veguhêzin Rojava, da ku li vir oxir bikin.

(fr)