Mazlûm Ebdî û Bafil Talebanî bi telefonê axivîn

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi rêya telefonê bi serokê YNK’ê Bafil Talebanî reaxivî. Ebdî spasiya Bafil Talebanî kir ku piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Rojava û hêzên wan nîşan daye.

Mazlûm Ebdî û Bafil Talebanî bi telefonê axivîn
26 ÇILE, 2026   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek da.

Mazlûm Ebdî kêfxweşiya xwe ya bi telefona serokê Yekitiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ku piştgiriya xwe ya ji bo gelê Rojava û hêzên QSD’ê anî ziman, destnîşan kir.

Ebdî got: “Em bi xwepêşandanên li Silêmaniyê ku gelê me dikin serbilind in ku piştgiriya xwe ya bênavber ji bo me diyar dikin.”

(fr)