Li Dêrikê komîteya şopandin û parastina şêniyan hat avakirin

Şêniyên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê, bi armanca şopandina rewşa bajêr û parastina aştiya şêniyan, komîteyek ava kir.

Li Dêrikê komîteya şopandin û parastina şêniyan hat avakirin
26 ÇILE, 2026   19:29
QAMIŞLO

Hejmarek partî, siyasetmedar, rewşenbîr û oldarên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê ji bo nîqaşkirina rewşa heyî û avakirina komîteyek parastina şêniyan civiyan.

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Dicle, bi amadebûna rûspiyên eşîran, nûnerên olên Xiristiyan û îslamê hat lidarxistin. Di civînê de rêbazên birêxistinkirina civakê û pêşxistina aştiya şêniyan hat nîqaşkirin.

Di civînê de ji Mehmûd Kalî yê axivî, behsda parastina şêniyan li gel rewşa heyî kir û diyar kir ku rola civakê li dijî fitneyên di navbera mezheb û pêkhateyan de girîng e.

Di dawiya civînê de komîteyek ji bo şopandina rewşa bajêr û parastina şêniyan hat avakirin.

(fr)