Mafên siyasî û hiqûqî yên jinên Sûriyeyê nîqaş kirin

Jinan di Konferansa “Werin Em Bi Hev Re Têkoşîn Bikin, Ji Bo Mîsogerkirina Mafên Jinan Di Destûra Sûriyeyê De” de gotin, divê rêgeza wekheviya zayendî were sepandin û temsîla jinan di hemû saziyên dewletê û navnedên biryardanîn de werin mîsogerkirin.

Mafên siyasî û hiqûqî yên jinên Sûriyeyê nîqaş kirin
Mafên siyasî û hiqûqî yên jinên Sûriyeyê nîqaş kirin
Mafên siyasî û hiqûqî yên jinên Sûriyeyê nîqaş kirin
Mafên siyasî û hiqûqî yên jinên Sûriyeyê nîqaş kirin
Mafên siyasî û hiqûqî yên jinên Sûriyeyê nîqaş kirin
Mafên siyasî û hiqûqî yên jinên Sûriyeyê nîqaş kirin
17 adar, 2026   13:17
QAMIŞLO

Konferansa bi dirûşma “Werin Em Bi Hev Re Têkoşîn Bikin, Ji Bo Mîsogerkirina Mafên Jinan Di Destûra Sûriyeyê De” ya ji aliyê Kongra Star ve hatiye birêxistinkirn, li Hola Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo yê Cizîrê dewam dike. Di konferansê de mijarên siyaset, hiqûq, parastin û entegrasyon tên nîqaşkirin.

MIJARA SIYASÎ: BEŞDARBÛNEKE RASTEQÎN NE ŞEKLÎ

Rûniştina yekemîn a konferansê ya li ser mafên jinan di qada siyasî de ji aliyê cîgira Hevseroka MSD'ê Canda Mihemed ve hat birêvebirin.

Canda Mihemed diyar kir ku dirûşma konferansê cenga hebûna jinên Sûriyeyî ye û destnîşan kir ku destkeftiyên jinan bi dest xistine tenê dikarin bi rêya destûreke demokratîk ku pirrengî, nenavendîbûn û mafên qanûnî garantî dike, werin parastin.

Canda Mihemed bal kişand ser pirsgirêkên li hemberî jinan û ev tişt anî ziman "Nêzîkatiyên dûrxistin û yên tevgerên tundraw ku zêde bûn hewl didin rola jinan paşguh bikin û van vegerînin çarçoveya girêdayîbûnê. Lew ra ji bo beşdarbûneke rasteqîn di biryardanê de tevgerek ji hemû aliyan ve hewce ye."

Canda Mihemed her wiha diyar kir ku qonaxa veguhêz li Sûriyeyê hem derfet û hem jî arîşeyan digire nava xwe, lê rexne li performansa hikûmeta demkî ya Sûriyeyê kir û got, gavên wê yên siyasî, bi taybetî yên girêdayî jinan û hêzên çalak di proseya siyasî de û danezana destûrî ya sala 2025'an ne berfireh bûn.

Canda Mihemed di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku temsîliyeta qels a jinan di saziyên siyasî de kêmasiyek mezin e û banga xurtkirina rêxistinên jinan û yekkirina hewildanan kir da ku qanûn bêne sererastskirin û beşdariya rastîn were mîsogerkirin.

ARÎŞEYÊN HERÊMÎ Û BANDORÊN WÊ LI SER SÛRIYEYÊ

Canda Mihemed da zanîn ku guhertinên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn hem ji hêla hevpeymanan ve û hem jî ji hêla hevsengiya hêzê ve rasterast bandorê li Sûriyeyê dikin û rewşa siyasî, aborî û civakî hîn bêtir tevlihev dikin.

Canda Mihemed ji ber zêdebûna nefretê û parçebûna civakî, qeyranên aborî hişyarî da û wekî astengiyên mezin li pêşiya istiqrarê pênse kir.

MIJDARA DUYEMÎN: DESTÛR BINGEHA MÎSOGERKIRINA MAFAN E

Berpirsyara Yekitiya Jinên Suryan Georgette Bersom li ser qada hiqûqî semîner da. Georgette Bersom bal kişand ser girîngiya destûrê wekî bingeha sereke ya mîsogerkirina mafên jinan û got: " Destûrên berê yên Sûriyeyê, di nav de destûra bingehîn a sala 2012'an û Danezana Destûrî ya 2025'an, bendên giştî yên li ser wekheviyê dihewînin, lê mekanîzmayên pêkanînê û garantiyên rastîn ji bo temsîliyeta jinan di cihên biryardanê de tune ne."

Georgette Bersom destnîşan kir ku "Di hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pergala hevserokatiyê hatiye destnîşankirin û temsîliyeta jinan ji sedî ne kêmî 50'î ye. Her wiha rêxistinên jinan ên serbixwe qebûl dike."

Beşdaran der barê herdu mijarên navborî de daxwazên xwe anîn ziman. Hate gotin, divê rêgeza wekheviya zayendî di destûrê de were mîsogerkirin û temsîliyeta jinan di saziyên hikumetê de ji sedî ne kêmî 50 be. Jinan xwestin ji qanûnên tundî yên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan were danîn, destkeftiyên jinan werin parastin, rêxistinên jinan werin naskirin û piştgiriya rola wan di jiyana siyasî de were kirin.

Beşdaran anîn ziman ku mafên jinan ne mijarek cuda ne, lê belê beşek girîng a avakirina dewletek dadperwer û demokratîk in. Her wiha got, her destûrek ku beşdariya bi bandor a jinan garantî neke, dê îstîqrar an edaletê bi dest nexe. Beşdaran girîngiya berdewamiya têkoşîna jinan ji bo mîsogerkirina mafên xwe vegotin.

(bb)

ANHA