Parêzgarê Hesekê bi şandeyek ji Wezareta Veguhastinê re civiya

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed di civînekê de bi şandeya ji Wezareta Veguhastin û Gerînendetiya Veguhastinê ya Hesekê re temamkirina proseya entegrasyonê û aktîvkirina xebata gerînendetiyê li parêzgehê re nîqaş kir.

Parêzgarê Hesekê bi şandeyek ji Wezareta Veguhastinê re civiya
Parêzgarê Hesekê bi şandeyek ji Wezareta Veguhastinê re civiya
Parêzgarê Hesekê bi şandeyek ji Wezareta Veguhastinê re civiya
Parêzgarê Hesekê bi şandeyek ji Wezareta Veguhastinê re civiya
5 cotmeh, 2026   23:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed bi şandeyek ji Wezareta Veguhastinê û Gerînendetiya Veguhastinê ya Hesekê re civiya. Di civînê de temamkirina proseya entegrasyonê û aktîvkirina xebata gerînendetiyê li parêzgehê hat gotûbêkirin.

Di civînê de mekanîzmayên proseyên îdarî û rêxistinî yên girêdayî xebata entegrasyonê, birêxistinkirina xerbata gerînendetiyê, aktîvkirina erkên wê li parêzgehê û pêşxistina xizmetguzariyên veguhastinê yên ji welatiyan re tên pêşkêşkirin hatin nîqaşkirin.

(f)