Li Kerkûkê di êrişa DAIŞ‘ê de 2 polîs hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ‘ê li navçeya Hewîce ya Kerûkê êrişî nuqteya polîsên federal a Iraqê kirin. Di encamê de 2 polîs hatin kuştin.

Li Kerkûkê di êrişa DAIŞ‘ê de 2 polîs hatin kuştin
5 cotmeh, 2026   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, li navçeya Hewîce ya parêzgeha Kerkûkê çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteyek polîsên federal a Iraqê kir.

Nûçegihanê Rojnewsê ragihand; “Di dema êrişê de di navbera çeteyên DAIŞ’ê û hêzên polîsê federal de pevçûn derket. Du polîsên Tûgaya 9’emîn a Polîsê Federal hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn."

Her wisa hate hînbûn ku kamerayên termal ên polîsan hatin têkşikandin, polîsên federal piştî êrişê dest bi lêgerîn û girtina çeteyên DAIŞ’ê yên êrişê nuqteya wan kirine, kir.