Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rewşa dawîn çi ye?

Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bingeha hiqûqî hate avakirin, lê qonaxên krîtîk nehatin derbaskirin. Sernavê herî krîtîk ê pêvajoyê jî li ser wê yekê kom bûye ka statu û rola Rêber Abdullah Ocalan dê çawa bê pênasekirin?

Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rewşa dawîn çi ye?
6 cotmeh, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk piştî ku Qanûna Çarçoveyî ji parlamentoyê Tirkiyeyê derbas bû, ket qonaxeke nû. Desteya Hevrêziyê ya Piştevaniya Neteweyî û Yekbûnê ya di bin banê serokkomariya Tirkiyeyê de bi serokatiya cîgirê serokkomar Cevdet Yilmaz hate avakirin û civîna xwe ya duyemîn li dar xist û erk û qadên desthilatdariyê yên 4 jêrkomîsyonan hatin diyarkirin. Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) civiya, lê der barê erêkirina krîtîk a ji bo pêkanîna Qanûna Çarçoveyî de tu biryar nehatin ragihandin. Parlamentoyê dest bi sala nû ya qanûndanînê kir. Dema ku avakirina Komîsyona Şopandinê tê hêvîkirin, cîgirê serokê giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz got komîsyon dikare di navbera hefteyekê-10 rojan de bê avakirin.

Lê yek ji pirsgirêkên bingehîn ên ku li ser van hemû sernavan radiweste û dê rêya pêvajoyê ya ji niha û pê ve diyar bike, hê jî statuya Rêber Abdullah Ocalan û rola wî ya di pêvajoyê de ye.

Rola Rêber Abdullah Ocalan di serdema nû ya bi banga 27'ê Sibatê dest pê kir, bandora wî di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, şêweyê hiqûqî yê têkiliya ku dê bi mekanîzmayên dewletê re bê danîn û rewşa Îmraliyê ya ji niha û pê ve, hê bi temamî zelal nebûye.

Ji ber vê yekê, ne gengaz e ku cihê ku pêvajo îro gihîştiyê tenê bi hevoka "Qanûna Çarçoveyî derket" bê şîrovekirin. Pirsa sereke ew e ku piştî qanûnê dê kîjan gavên siyasî û hiqûqî bên avêtin û Rêber Abdullah Ocalan dê di vê serdema nû de xwedî çi statu û pozîsyonê be.

QANÛNA ÇARÇOVEYÎ DERKET LÊ PÊVAJO TEMAM NEBÛ

Qanûna bi hejmara 7595’an a Der barê Xurtkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekbûna Civakî de ku tê pêşbînkirin bingeha hiqûqî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ava bike, di 10'ê Tebaxê de li Civîna Giştî ya parlamentoya Tirkiyeyê hate pejirandin û di 18'ê Tebaxê de ket meriyetê.

Qanûn mekanîzmayên hiqûqî û îdarî yên ku dê piştî fesihkirin û bêçekbûna PKK'ê bên sepandin, bi rêk û pêk dike. Lê ji bo ku hin xalên bingehîn ên qanûnê bên xebitandin, pêwîst e saziyên ewlehiyê tespîtekê bikin û ev tespît ji aliyê MGK'ê ve bê erêkirin.

Ji ber vê yekê, qonaxa îro ne qonaxek e ku tê de qanûn hê neketiye meriyetê. Berevajî vê, çarçoveya hiqûqî hatiye avakirin. Lê ji bo ku encamên vê çarçoveyê li qadê derkevin holê, hemû mekanîzmayên pêwîst hê dest bi xebatê nekiriye.

Di qonaxa pêş a pêvajoyê de, awayê xebitîna mekanîzmaya "erêkirin, tespîtkirin û soz (taahhut)" dê diyarker be.

DESTEYA BI SEROKATIYA CEVDET YILMAZ CARA DUYEMÎN CIVIYA

Desteya Hevrêziyê ya Piştevaniya Neteweyî û Yekbûnê, di 28'ê Îlonê de bi serokatiya cîgirê serokkomariyê Cevdet Yilmaz civîna xwe ya duyemîn li dar xist. 

Di civînê de wezîrê dadê Akin Gurlek, wezîrê karên hundir Mustafa Çiftçi, wezîrê parastina neteweyî Yaşar Guler, sekreterê giştî yê serokkomariyê Hakki Susmaz, serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin û sekreterê giştî yê MGK'ê Okay Memiş amade bûn. 

Di daxuyaniya desteyê de hate ragihandin ku di çarçoveya qanûna bi hejmara 7595'an de rewşa heyî hatiye nirxandin, çalakiyên hatine meşandin û yên ku tên plankirin di serdema pêş de bên bicihanîn, hatine nirxandin. Her wiha hate diyarkirin ku pêkanîna jêrkomîsyonên di nava desteyê de, erk, qadên desthilatdariyê û mijarên hevrêziya di navbera saziyan de hatine diyarkirin. 

4 jêrkomîsyonên ku berê hatibûn avakirin ev in: 

• Jêrkomîsyona Hevrêziyê ya Karên Dadî û Hiqûqî 

• Jêrkomîsyona Şopandin û Tespîtkirinê 

• Jêrkomîsyona Lihevanîna Civakî û Yekbûnê 

• Jêrkomîsyona Bêçekbûn û Hevrêziya Stratejîk 

Li vir bi taybetî Jêrkomîsyona Bêçekbûn û Hevrêziya Stratejîk girîngiya xwe heye. 

Ji ber ku nîqaşa ka rol û statuya Rêber Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de dê çawa bibe xwedî sazûmaniyekê, bi giranî bi rêya vê mekanîzmayê tê rojevê. 

XALA GIRÊKÊ YA PÊVAJOYÊ: STATUYA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Yek ji sernavên herî girîng û hê neqediyayî yên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, statuya Rêber Abdullah Ocalan e. 

Di Qanûna Çarçoveyê de rasterast statuyeke nû ya hiqûqî ji bo Rêber Abdullah Ocalan nehatiye pênasekirin. Lê belê qanûn qadeke hiqûqî ava dike ku rê li ber peywirdarkirina li cem rêxistinê vedike. Ji ber vê yekê tê nîqaşkirin ka dê rola Rêber Abdullah Ocalan a di pêvajoyê Aştî û Civaka Demokratîk û bi taybetî jî di pêkanîna fesihkirina rêxistinê û bêçekbûnê de dê çawa berpirsiyariyekê bigire ser milê xwe. 

Di nirxandinên ku berê li raya giştî belav bûn de hatibû destnîşankirin ku Rêber Abdullah Ocalan dikare bi taybetî di çarçoveya Jêrkomîsyona Bêçekbûn û Hevrêziya Stratejîk de peywirekê bigire ser xwe. Lê di vê mijarê de ji aliyê hikûmetê an jî desteyê ve biryareke zelal a ku nav û peywira Rêber Abdullah Ocalan bi eşkereyî bîne ziman nehatiye ragihandin. 

Ji ber vê sedemê ji bo roja îro meseleya bingehîn ne tenê pirsa “Gelo dê peywirek ji Rêber Abdullah Ocalan re bê dayîn?” e. 

Pirsa esasî ev e: 

Gelo Rêber Abdullah Ocalan dê di qonaxa siyasî û hiqûqî ya ji niha û pê ve ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi çi statuyê cih bigire? 

Bêyî ku bersiva vê pirsê bê dayîn, ne gengaz e mirov bibêje sînorên qonaxa nû ya pêvajoyê bi temamî hatine xêzkirin. 

Çimkî rola navendî ya Rêber Abdullah Ocalan a di pêvajoya ku piştî banga 27'ê Sibatê dest pê kir de, piştî biryara fesihkirina rêxistinê û bêçekbûnê jî berdewam dike. Di hevdîtina ku Şandeya Îmraliyê piştî Qanûna Çarçoveyê bi Rêber Abdullah Ocalan re kir de jî, hate teqezkirin ku piştî qanûnê gavên pratîkî yên dualî bên avêtin û deste bi awayekî çalak bixebitin gelekî girîng e. 

PARLAMENTO VEBÛ LÊ NEXŞERÊYEKE NÛ NEHAT RAGLHANDIN

Di 1'ê Cotmehê de parlamentoya Tirkiyeyê  dest bi sala nû ya qanûndanînê kir. 

Her çend di axaftina vekirina parlamentoyê de serokkomar Erdogan têkildarî pêvajoyê peyam hatin dayîn jî, derbarê salnameya şênber a serdema pêş de çarçoveyeke nû nehate diyarkirin. 

Bi taybetî di van mijaran de salnameyeke nû nehat ragihandin: 

• Erêkirina MGK'ê dê kengî bê kirin, 

• Komîsyona Şopandinê dê kengî dest bi xebatê bike, 

• Cihê hiqûqî û siyasî yê statuya Rêber Abdullah Ocalan ê di pêvajoyê de dê çawa bê diyarkirin, 

• Mekanîzmaya hevdîtinên li Îmraliyê dê çawa bê berfirehkirin, 

• Gelo rojnamevan, akademîsyen û nûnerên civaka sivîl dê karibin biçin Îmraliyê an na. 

Ji ber vê yekê vekirina parlamentoyê, ji dêvla ku ji bo pêvajoyê nexşerêyeke nû be, wekî qonaxeke ku tê de peyamên li ser berdewamkirina nêzîkatiya siyasî ya heyî hatin dubarekirin.

KOMÎSYONA ŞOPANDINÊ DÊ BÊ AVAKIRIN

Yek ji gavên herî girîng ên pêvajoyê yên li ser asta parlamentoyê, avakirina Komîsyona Şopandinê ye. 

Serokê TBMM'ê Numan Kurtulmuş ragihandibû ku bi vekirina parlamentoyêre komîsyon dê bi awayekî lezgîn bê avakirin. Li gorî Kurtulmuş, di nava erkên komîsyonê de şopandina sepandina qanûnê, şopandina tespîtên saziyên ewlehiyê yên derbarê fesihkirin û bêçekbûnê de û di rewşa pêwîstiyê de xebata li ser rêziknameyên nû yên qanûnî hene. 

Cîgirê serokê giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz jî di 1'ê Cotmehê de anî ziman ku komîsyon dikare di navbera hefteyekê û 10 rojan de bê avakirin. 

Yildiz diyar kir ku desthilatdariya mueyîdeyê (cezayî) ya komîsyonê nîne, komîsyon dê pêvajoyê bişopîne, dikare pêşniyazan bike û di dema hewcedariyê de pêşnûmeya qanûnê pêşkêş bike. 

Ji ber vê yekê, yek ji rojevên şênber ên rojên li pêşiya me dê diyarkirina endamên Komîsyona Şopandinê ya parlementoyê û destpêkirina xebatên wê be. 

Bêyî ku statuya Rêber Abdullah Ocalan bê diyarkirin, rewşa Îmraliyê jî zelal nabe. Sernavekî din ê krîtîk ê li pêşiya pêvajoyê Îmralî ye. 

Piştî Qanûna Çarçoveyî, hêviyên li ser vekirina riya hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan ên bi rojnamevan, akademîsyen, rêxistinên civaka sivîl û beşên cuda yên civakê re berdewam dikin. 

Zêdetir vekirîbûna Îmraliyê û pêkhatina derfeta hevdîtina beşên cuda bi Rêber Abdullah Ocalan re, wekî yek ji sernavên tê nîqaşkirin ên ji bo civakîkirina pêvajoyê tê dîtin. 

Lê belê di vê mijarê de jî hê mekanîzmayek an jî plansaziyeke giştî nehatiye ragihandin. 

Li vir jî mirov careke din digihêje heman xalê: Cih û rewşa Îmraliyê ya ji niha û pê ve, rasterast bi statuya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. 

Gelo dê Rêber Abdullah Ocalan tenê wekî yek ji aliyên pevçûnên borî bê destgirtin, an di serdema nû de di sernavên fesihkirina rêxistinê, bêçekbûn, demokratîkbûn û aştiya civakî de dê roleke diyarkirî ya siyasî-hiqûqî bigire ser milê xwe? 

Di qonaxa pêş a pêvajoyê de yek ji pirsên sereke yên bersiva wan tê gerîn ev e. 

NÎQAŞA STATUYÊ ÇIMA KRÎTÎK E? 

Nîqaşa li ser statuya Rêber Abdullah Ocalan, ne tenê nîqaşeke li ser statuyeke kesane ya hiqûqî ye. 

Awayê pênasekirina vê statuyê wekî sernavekî ku dikare rasterast bandorê li van xalan bike tê nirxandin: 

• Cihê Îmraliyê yê di nava pêvajoyê de, 

• Rola Rêber Abdullah Ocalan a di pêvajoya bêçekbûn û fesihkirinê de, 

• Veger û rewşa hiqûqî ya endamên rêxistinê, 

• Mekanîzmaya ragihandinê ya di navbera dewlet û Rêber Abdullah Ocalan de, 

• Rola parlamentoyê ya di pêvajoyê de, 

• Berfirehiya demokratîkbûnê û rêziknameyên nû yên qanûnî. 

Ji ber vê sedemê, di qonaxa pêş a pêvajoyê de herî kêm bi qasî Qanûna Çarçoveyê hê bêtir ji aliyê sepandinê ve ji qanûnê wêdetir formûla ku dê derbarê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de derkeve holê dê bibe yek ji sernavên diyarker. 

Heta niha di vê mijarê de biryareke dawî ya statuyê ya ku ji bo raya giştî hatibe eşkerekirin nîne. 

DÊ STATUYA RÊBER ABDULLAH OCALAN ÇI BE?

Di qonaxa bê ya pêvajoyê de bersiva ku dê ji vê pirsê re bê dayîn, ne tenê rewşa hiqûqî ya kesane ya Rêber Abdullah Ocalan, di heman demê de rola Îmraliyê ya di pêvajoyê de, çawaniya temamkirina bêçekbûnê, rêbaza birêvebirina pêvajoya fesihkirina rêxistinê û derbasbûn an nederbasbûna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ber bi qonaxa demokratîkbûnê ve jî ji nêz ve eleqedar dike. 

Ji ber vê yekê, qonaxa ku îro hatiye gihiştin dikare wekî qonaxeke veguhêz bê pênasekirin ku tê de çarçoveya hiqûqî hatiye avakirin lê nîqaşên li ser sepandin, ewlehiya siyasî û statuyê berdewam dikin. 

Sernavên herî girîng ên serdema li pêşiya me eşkere ne: Erêkirina MGK'ê, Komîsyona Şopandinê ya parlamentoyê, berfirehkirina mekanîzmaya Îmraliyê û zelalkirina statuya Rêber Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de. 

Ji niha û pê ve ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê bi gavên şênber ên di van sernavan de û bi taybetî der barê statuya Rêber Abdullah Ocalan gava bên avêtin şikil bigire.

(k)