Trump: Sedema bilindbûna bihayê sotemeniyê êrişa li dijî parzûngehên Rûsyayê ye

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku êrişên li dijî parzûngehên petrolê yên Rûsyayê û girtina parzûngehên Amerîkayê sedemên sereke yên bilindbûna bihayên sotemeniyê ne.

Trump: Sedema bilindbûna bihayê sotemeniyê êrişa li dijî parzûngehên Rûsyayê ye
5 cotmeh, 2026   22:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump got tengava Hurmuzê êdî ne sedema sereke ya bilindbûna bihayên sotemeniyê ye û destnîşan kir ku kêmbûna dabînkirina ji parzûngehên petrolê yên Rûsyayê faktoreke girîng e.

Di peyamekê de li ser platforma "Truth Social", Trump anî ziman ku bihayên sotemeniyê ji ber êrişên Ukraynayê yên li ser refîneriyên petrolê yên Rûsyayê û girtina hin refîneriyên Amerîkayê li herêmên wekî Kalîforniyayê jî bandor dibin. Trump Demokratparêz bi girtina wan refîrneriyan tawanbar kir.

(f)