Malbatên şehîdan û xwendekar: Divê mafê zimanî bê misogerkirin

Malbatên şehîdan û xwendekarên li gundewarên bakurê Çilaxayê bal kişand ser mijara naskirina destûrî û qanûnî ya zimanê kurdî û diyar kir ku zimanê kurdî bingeheke esasî ya nasnameya neteweyî û hebûna gelê Kurd e.

Malbatên şehîdan û xwendekar: Divê mafê zimanî bê misogerkirin
Malbatên şehîdan û xwendekar: Divê mafê zimanî bê misogerkirin
Malbatên şehîdan û xwendekar: Divê mafê zimanî bê misogerkirin
Malbatên şehîdan û xwendekar: Divê mafê zimanî bê misogerkirin
6 cotmeh, 2026   03:25
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Têkildarî daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî xwendekar, malbatên xwe û malbatên şehîdan ên ji gundê Badiyan, Dêro Kevnik û Girkê Mora yên li herêma Aliyan a Çilaxayê ku ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê bi beşdariya malbatên şehîdan çalakî li dar xistibûn, ji ajansa me re axivîn.

Sekîne Berces ku xwişka şehîd Hemze Berces e, da zanîn ku ziman ne tenê wesîleya dan û standin an branşeke xwendinê ye, ew beşeke bingehîn a dîroka gelê Kurd, çand û nasnameya wê ye.

Sekîneyê daxwaza dabînkirina mafê zimanî û çandî ya gelê Kurd di nava destûrê de kir, diyar kir ku Kurd dixwazin bibin hevkarê avakirina Sûriyeyeke nû, naskirina ziman û mafê Kurdan temsîla yek ji xalên sereke ya vê hevkariyê dike.

Melîma Elî Berces ku xwîşka Şehîd Gualî Berces e destnîşan kir ku zarokên wan ji bo parastina maf û azadiyên gelên li herêmê, doza kurdî berdêlên giranbuha dan, ew berdêl dihêle ew bêhtir bi mafê perwerdeya bi zimanê dayikê girêdayî be.

Ednan Elî Berces ku ew jî birayê şehîd Hemze Badiyan e, diyar kir ku zimanê kurdî temsîla beşeke sereke ya nasnameya gelê Kurd dike, pê neteweya gel tê naskirin, perwerdeya bi zimanê kurdî parastina hebûnê dike.

Ednan Elî ji hikumeta veguhêz xwest li bangên malbat û xwendekaran guhdar bike, ji biryarê vegere û mafê Kurdan di destûr û qanûnan de bi cih bike.

DAXWAZÊN PERWERDEYA BI MATERYALÊN BI ZIMANÊ KURDÎ

Xwendekara bi navê Bêrî Nav Ehmed daxwaz ji Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz kir ku biryarê ji holê rake, ji bo berfirehkirina çarçoveya perwerdeya bi zimanê dayikê ji hêla qanûnî ve jî dest bi xebatan bike.

Xwendekar Manêsa Berces jî da zanîn ku xwendekarên Kurd dixwazin perwerdeya xwe bi zimanê xwe yê dayikê bidomînin, bi vî awayî dersên xwe bêhtir fêm dikin û ev dihêle ku derfetên wan di pêvajoya xwendinê de mezintir bibin.

Xwendekar Aras Berces jî bang kir ku divê hemû ders bi materyalên bi zimanê kurdî werin dayîn û diyar kir ku ew Kurd e û tenê bi zimanê xwe fêm dike.

(sb)

ANHA